Navenda Parastina Gel Fermandariya Eyaleta Xerzanê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, Fermandariya Eyaleta Xerzanê ji ber çalakiya wan a 19'ê Tîrmehê pîroz kir.

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel wiha ye:

" Çalakiya ku hêzên we yên eyaletê 19'ê Tîrmehê saet 14:00 li ser rêya navçeya Hîzan a Bedlîsê li dijî wesayita ku Fermandarê Jendermeyan ê Navçeya Navendî ya Bedlîsê Zafer Akkûş jî tê de bû pêk anî, çalakiyeke dîrokî ye ku li ruhê serketinê yê serdemê tê. Bi sebir, biryardarî û rêbazeke profesyonel li benda hedefa dijmin sekinîn û bi rêbaza gerîla ya serdema nû li qada ku dijmin gelekî lê piştrast bû çalakî hate kirin. Vê çalakiyê hêzên TC ên faşîst hejandiye. Di vê çalakiyê de ku bi performanseke serketî hate kirin, bêyî ku windahiyek bê dayin, derbeke giran li dijmin xist û kir ku dijmin windahiyên giran bide. Lewma em fermandar û şervanên ku keda wan vê çalakiyê de hene hemûyan pîroz dikin.

Di vê çalakiyê de taktîka sabotajê ku yek ji taktîkên bingehîn ên serdema nû ye bi hostatî hate bikaranîn û encam jê hate wergirtin. Bi bîr û baweriya ku hûn ê vê rêbazê xurtir bikin, fermandariya we û di şexsê fermandariya we de hêzên eyaleta Xerzanê hemûyan silav dikin û bi hestên şoreşgerî serketinê ji we re hêvî dikin."