Navê Halîm Dener wê li meydaneke li Hannoverê were kirin

Şaredariya Lînden-Lîmmer a Hannoverê biryar da, navê ciwanê Kurd Halîm Dener li meydanekê bike, ku Dener beriya niha bi 23 salan ji aliyê polîsekî ve hatibû kuştin.

Hewldan û antî-propagandayên lobiya Tirk, SPD û CDU bê encam man. Şaredariya Lînden-Lîmmer a Hannoverê biryar da, navê ciwanê Kurd Halîm Dener li meydanekê bike, ku Dener beriya niha bi 23 salan ji aliyê polîsekî ve hatibû kuştin.

Dewleta Elman, bi taybetî rêveberiya eyaleta Saksonya Jêrîn ku bi polîtîkayên xwe yên tund ên li dijî Kurdan tê naskirin, ev 23 sal in ji bo navê Halîm Dener bidin jibîrkirin, çi ji destê wan hat kirin. Dener ê 16 salî, di 30'ê Hezîrana 1994'an de, dema afîşa ERNK'ê dadiliqand, ji aliyê polîsekî bi navê Klaûs T. ê di nava yekîneya taybet de cih digirt, hatibû kuştin.

Li navçeya Lînden-Lîmmer a Hannoverê, ku tevî koçberên Kurd, şêniyên çep û demokrat lê gelek in, şaredarî ev demeke ji bo navê Halîm Dener neyê jibîrkirin hewl dide. Heta niha destûr nedihat ku li ser navê Dener bîrdariyek jî bê çêkirin. Bîrdariyên li cihê lê hate kuştin dihatin danîn, piştî çend rojan ji aliyê şaredariyê ve dihatin rakirin.

VETOYA SPD'Ê BI KÊR NEHAT

Meclîsa Şaredariya Navçeyê jî, di Gulana bihurî de bi piraniya dengan biryar da ku navê Halîm Dener êdî li meydanekê were kirin. Lê belê, di serî de lobiya Tirk, siyasetvanên ji şirîkên hikumeta federal Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ji bo biryar bi cih neyê anîn gelekî hewl dan.

Herî dawî, Şaredariya Bajarê Mezin a Hannoverê ku di destê SPD'ê de ye, biryara navçeya Lînden-Lîmmerê red kiribû. Ji ber vê biryara vetoyê, meclîsa şaredariya navçeyê duh ji bo meydana Halîm Dener biryareke nû stand. Ev biryar bi dengên Partiya Çep, Partiya Keskan, Dîe Parteî û Partiya Korsanan ve hate girtin. Mîna dengdana beriya niha, di vê dengdanê de jî partiyên CDU, SPD û FDP dengê dijber dan.

Li gorî vê biryarê, wê navê Halîm Dener li meydana ku kolanên 'Velvet' û 'Pfarrland'ê lê digihêjin hev, bê kirin. Ev cihê navborî heta niha bi navê meydana Velvetê (Velvetplatz) dihat naskirin.

LI MEYDANÊ WÊ BÎRDARIYEK BÊ DANÎN

Her wiha biryar hate dayin, ku li cihekî meydanê ev nivîs li ser bîrdariyekê were nivîsandin: "Halîm Dener (27.12.1979-01.07.1994). Aktîvîst û penaberê Kurd, di dema daliqandina afîşê de, di 30'ê Hezîrana 1994'an de ji aliyê karmendekî polîs ve hate kuştin."

Di sedema biryara şaredariyê de hate ragihandin, çîroka Halîm Dener li dîroka bajarê Hannoverê hatiye nivîsandin, lê belê tevî vê yekê jî ev nav zêde nayê bilêvkirin û hat gotin, "Bi meydana Halîm Dener re navçeya me wê careke din nîşan bide ku alîgirê pir çandî û rengîniya etnîkî ye."

Di biryara meclîsa şaredariya Lînden-Lîmmer de hat destnîşankirin, ku ji bo bicihanîna biryarê, 30'ê Hezîrana 2017'an roja 23. salvegera kuştina Halîm Dener, rojeke di cih de ye.

Şaredarê Lînden-Lîmmerê Raîner Jorg Grûbe, hefteya derbasbûyî ji ANF'ê re axivî bû û diyar kiribû, nîqaşên li ser meydanê Dener dêşîne û bang kiribû, ku beriya her tiştî divê ew bi çavê mirovekî li Halîm binerin.

Nûçeya li ser mijarê:

https://anfkurdi.com/rojane/hune-nikaribin-bidin-jibirkirin-81249