NAV-YEK'ê 8'ê Adarê li jinên Kurd pîroz kir

NAV-YEK'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinên têkoşer bi taybetî jinên Kurd pîroz kir.

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de gotina "Civaka ku jin di nav de ne azad be, ew civak jî ne azad e" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin û hate gotin, "Têkoşîna jinên Kurd a bêhempa di van çend salên dawî de ji jinên cîhanên re bû mînak û bingeha şoreşa azadiya jinê."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, hîn jî bi hezaran jin, keç û zarokên Êzidî di destê çeteyên DAÎŞ'ê de dîlgirtî ne û hate gotin, "Em dibêjin bila ev roj bibe pêngava azadkirina jin û zarokên Êzidiyan."

NAV-YEK'ê her şêwe tundiya li jinê jî şermezar kir û di dawiyê de got, "Azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye. Di kesayetiya hevala Leyla de 8'ê Adarê li jinên kedkar ên cîhanê pîroz dikin."