NAV-YEK: Cejna Batizmî pîroz be

NAV-YEK’ê (Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan) Cejna Batizmî, Cejna Pîrê Alî xwediyê kerametê mezin û hemû cejnên derbasbûyî bi rêzdarî li civaka Êzidiyan, li gelê Kurdistanê, li gelên rojhilata navîn, li tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

NAV-YEK’ê (Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan) bi daxuyaniyeke nivîskî ) Cejna Batizmî, Cejna Pîrê Alî li civaka Êzidiyan, li gelê Kurdistanê, li gelên rojhilata navîn, li tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Di daxuyaniya NAV-YEK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em NAV-YEK (Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan) bi tevahiya saziyên xwe Cejna Batizmî, Cejna Pîrê Alî xwediyê kerametê mezin û hemû cejnên derbasbûyî bi rêzdarî li civaka Êzidiyan, bi taybet li Êzîdiyên Torê û Çêlkan, li gelê Kurdistanê, li gelên rojhilata navîn, li tevahiya mirovahiyê û li Rêberê Gelê Kurd pîroz dikin.

Her weha em vê cejnê li hemû cangoriyên Kurdistanê û Êzîdxanê, li hemû canfedayên li çiyayê Ṣengalê û li tevahiya Kurdistanê pîroz dikin.

Em dibêjin, ‘Xwedê rojî û xêra miriyên we qebûl bike.’ Çira Pîr Alî sala we ya nû ronî bike û ji nexweşiyên jiyanê dûr bixe. Di heman demê de em hêvîdar in Çira Pîr Alî bibe wesîleya aramî, aştî û azadiya hemû gelan.

Bi pîrozkirina vê cejna qedîm hûn bi zarok, ciwan û malbatên xwe, cejneke xweş û aram bijîn.

Bi daxwaza kerameta Pîr Alî li ser hemû Êzidiyan bibe star û bi van bîr û baweriyan em careke din Cejna Batizmî li civaka Ezdayî û li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.

Em bang li tevahiya gelê xwe û dostên civaka xwe dikin, bi giyana berxwedana li zindanên Bakurê Kurdistanê, bi lehengên berxwedana serdemê ya Efrîn li Rojava, li Şengalê û hemû qadên tekoşînê tevlî pîrozbahiyên Cejna Batizmî bibin.”