NAV-YEK: Cejna Êzî pîroz be!

NAV-YEK'ê Cejna Êzî pîroz kir û got, "Azadiya Kurdistanê azadiya Êzîdxanê ye û azadiya Rêber Apo azadiya civaka Êzidî ye. Ji bo rizgarkirin û avakirina Ṣengalê çi pêwîst be, divê em bikin û ji bo azadî û rûmeta xwe em hemû derfetên xwe bikar bînin."

Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) cejna Êzî û hemû cejnên derbasbûyî li civaka Êzidî, gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, li tevahiya mirovahiyê û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di peyama NAV-YEK'ê de hat gotin, "Em vê cejnê her wiha li hemû cangoriyê Kurdistanê û Êzîdxanê, li hemû canfedayê li çiyayê Ṣengalê û li tevahiya Kurdistanê li ber xwe didin didin pîroz dikin."

GIRÎNGIYA XWEDÎDERKETIN Û PARASTINA ÇAND Û BAWERIYA ÊZIDIYAN

NAV-YEK'ê da xuyakirin ku ew hêvîdar in cejn bibe wesîleya aramî, aştî û azadiya hemû gelan û wiha dewam kir: "Weke tê zanîn, rojê cejnan di nava hemû baweriya û gelan de cihekî wan ê watedar heye. Girîngî û wateya van rojên pîroz, ji bo civaka Êzidî hê bêhtir e. Ji ber ku bawerî û çanda Êzidîtayê ji dîroka kevn heta sedsala 21'ê ji her alî ve di bin xeteriyeke mezin de ye. Lewma, pêwîste civaka Êzidî û bi taybetî Êzidiyên li derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û li nirxên xwe xwedî derkevin."

NAV-YEK'ê işaret bi rewşa Şengalê û encamê kareseta mezin a 3'ê Tebaxa 2014'an kir û got, "Lê dîsa jî di van çend mehên dawî de pengavên serketî hatin avêtin. Artêşa me weke YPG/YPJ û YBŞ/YJŞ gav bi gav gundên derdorê Ṣengal û bajarên li Rojava weke Reqa ji çeteyên hovanê DAÎŞ paqij kirin."

XWESERIYA ŞENGALÊ MÎNA NAN Û AVÊ PÊWÎST E; DIVÊ HER KES XWEDÎ LÊ DERKEVE

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Di Tebaxa 2017'an de bi nûçeya pîroz a ragihandina nexşerêya xweseriya Şengalê em tev kêfxweş bûn. Dîsa em vê pengavê li tevahiya gelê herêmê, civaka Êzidî, gelê Kurd û li mirovahiyê pîroz dikin. Ragihandina nexşe rê û rêgezê xweseriya demokratîk ya Sengalê, ji bo civaka Êzidî ji nan û avê ferztir bû. Ji ber ku li ser fermana Şengalê sê sal derbas bû, rewşeke ne diyar hebû û gelek derdor li bende bûn ku Şengal cardin weke berê bê statû bimîne û li gorî berjewendiyê xwe, Êzîdxanê bi rêve bibin. Lê piştî fermana dawî gelek bedelên giranbuha hatin dayîn û destketiyê civaka Êzidî li Şengalê gihîştin asta kêfxweşî ye, ku li çiyayê Şengalê proja xweseriya demokratîk ya Êzîdxanê hate ragihandin. Pêwîste hemû derdorê bandora wan li ser Şengalê heye, helwesta xwe zelal bikin û piştgiriyê bidin vê projê. Lê ji her kesî bêhtir girînge civaka Êzidî û saziyê wê li welat û derveyî welat li vê nexşeyê xwedî derkevin. Ji bo serketina xweseriya Êzîdxan, em jî wek saziyê civaka Êzdiya li Ewropa, tiştê dikeve ser milê me, em ê di pratîkê de pêk bînin û li erkê xwe xwedî derkevin."

NAV-YEK'ê da xuyakirin ku li gel avêtina avêtina gavên serketî jî Şengal hê bi giştî rizgar nebûye û aloziyên li Rojhilata Navîn yekser bandorê li gelê Kurd û civaka Êzidî dike.

KURDISTAN DILÊ ROJHILATA NAVÎN E, LEWMA ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ LÊ TÊN KIRIN

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hê bi deh hezaran Êzidî li welatê xwe penaber in, di nava xizaniyê de dijîn û hat gotin, "Piştî refearndûma li Başûrê Kurdistanê pêk hat, artêşa dewleta Iraq û hezên Heşdî Şabî di Cotmeha 2017'an de Kerkûk dagir kirin. Dîsa dîrok hate dubarekirin, pêşmerge û KDP di nava 24 saetan de ji Kerkûkê reviyan. Gav bi gav xwe ji Şengalê vekişandin. Hêza Heşdî Şabî û artêşa dewleta Iraq dewsa wan dagirt û niha li Şengalê bi Êzdiyan re rû bi rû ne. Ji bo li welatekî azad û di nav aramiyê de em bikaribin cejnê xwe pîroz bikin û çanda xwe biparêzin, girîng e em tekoşîna xwe li hemû qadê jiyanê bilindtir bikin. Lewma proja nexşerêya xweseriya Êzîdxanê berdewam e. Li Kurdistanê û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, berxwedana bê hempa bi salan dewam dike û di heman demê de dewleta Tirk, ji bo vîna gelê Kurdistanê bişikîne, hemû rêbazê dijî mirovahiyê bikar tîne. Dewletên emperyalîst weke Amerîka, Rûsya, Tirkiye û dewletên Ewropa û Ereb baş dizanin ku Kurdistan dilê Rojhilata Navîn e. Ew baş dizanin ser erd û bin erdê Kurdan tev xezîneye. Lewma dixwazin Rojhilata Navîn dagirker bikin, perçe bikin û ji xwe re bikar bînin."

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA CIVAKA ÊZIDÎ YE

Di dawiya daxuyaniya NAV-YEK'ê de wiha hat gotin: "Em wek saziyê civaka Êzidiyan, van kiryarê dewletên emparyalîst û taybetî a dewleta tirk bi tundî ṣermezar dikin. Her wiha, em têkoşîna gelê xwe bi rêzdarî silav dikin û di bin her ṣert û mercan de, tevî hemû derfetên xwe, em piṣtgirtinê didin berxwedana gelê xwe. Divê baṣ bê zanîn, azadiya Kurdistanê azadiya Êzîdxanê ye û azadiya Rêber Apo azadiya civaka Êzidî ye. Lewma, ji bo rizgarkirin û avakirina Ṣengalê çi pêwîst be, divê em bikin û ji bo azadî û rûmeta xwe em hemû derfetên xwe bikar bînin. Bi van birûbaweriyên xurt, em bang li hemû kesên Êzdî, bawermend û welatparêz dikin, pêwîste, em rojên cejna bikin rojên aştiyê, lihevhatinê, rojên rêxistinî û tevgera civaka Kurdên Êzdî li her deverê xurtir bikin. Her çiqas di nav xemginiyê de be jî, em hêvîdar in ku civaka me roja cejnê wek rojeke berxwedanê bibîne û deverê cejn lê têne pîroz kirin, bi girseyî tevlîbûn çê bibe.

Li ser vî esasî em dîsa Cejna Êzî li tevaya civaka Êzidiyan û li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin."