NAV-YÊK: Cejna Çilxane pîroz be

NAV-YÊK'ê Cejna Çilxane li civaka Êzidî, gelê Kurd û Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Navenda Yekîtîya Komelên Êzîdiyan (NAV YÊK) bi wesîleya Cejna Çilxane peyamek weşand û cejn li civaka Êzîdiya, li gelê Kurd û Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Di peyama NAV-YÊK'ê de li ser Cejna Çilxaneyê ev agahî hate dayin:

"Cejna Çilxane, weke cejna 'Cejna Çilê havînê' jî tê naskirin. Ev cejn, cejna civaka Êzidî ye ku rojê demsalê yên herî xedar, dijwar û zehmeta di nava lêgerînê ku çawa bistirin û pêşiya bê ser û beriyê bigrin. Armanceke vê cejnê derxistina pêşengan e. Wekî din jî, fêrkirina jiyana komîn û jiyana hevpar e."

NAV-YÊK'ê ragihand ku li gorî bîr û baweriya wan Cejna Çilxane li hemû deverên Êzidî lê ne tê pîrozkirin.

Di peyamê de hate destnîşankirni ku divê ev çanda qedîm ji aliyê civaka Êzidî ve were parastin û bang li hemû civak û saziyên Êzidiyan kir kub iv ê têgihiştinê tevbigerin.

Di dawiya peyamê de hate gotin, "Wekî tê zanîn 3.Tebaxê çaremîn salvegera fermana Şengalê ye. Em bang li civaka xwe dikin, yekîtiya xwe ava bikin û bi yek deng û yek hêzê tevlî bîranîna fermanê bibin. Encax bi yekîtiya xwe dikarin bersivê bidin dagirkerê axa dayik û bavan."