NAV-YEK: Cejna Çarşema Serê Nîsanê Pîroz be!

Navenda Yekîtîya Komelên Êzîdiya (NAV-YEK) cejna “Çarşema Sor”, li civaka Êzîdiyan, li gelê Kurd û Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Navenda Yekîtîya Komelên Êzîdiya (NAV-YEK) cejna “Çarşema Sor”, li civaka Êzîdiyan, li gelê Kurd û Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Di daxuyaniya NAV-YEK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Cejna Çarşema Sor, bi navên ‘Cejna Sersalê’, ‘Cejna Tawisî Melek’, ‘Bûka Salê’ û ‘Roja Afirandina Cîhanê’ jî tê naskirin. Ev cejn, cejna civaka Êzîdî ya herî mezin û watedar e ji dîroka qedîm ve weke sersala Kurdî tê pîrozkirin.

Cejna Çarşema Sor, bi navê din ‘Çarşema Serê Nîsanê’ li gorî bîr û baweriyên civaka me, roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Sor roja destpêka aştî û aramiyê ye. Xweza reng diguhere di wê rojê de.

Li gorî mîtolojî û baweriya Êzîdiyan, berê cîhan hemû av bû. Bi diharbûna milyaketên Xwedê re cihan tê meyandin. Wê rojê Tawisî Melek ji ezmana dihar û nazilî erdê bûye. Lewma jî li gelek deveran wekî cejna Tawisî Melek tê pîroz kirin. Di vê cejnê de, basimbar (ji benê bi rengê kesk û sor û zer) tê çêkirin. Wateya basimbar xêr, bereket, pêṣîlêgirtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, zada, her tiṣtekî pîroz û navdar ve tê girêdan. Meha Nîsanê, hem destpêka şînbûna xweza ye û hem jî bûka salê ye. Di vê cejnê de, baqên kulîlkên rengîn ji xemla Nîsanê bi her ciyekî pêwist û girîng ve têne daliqandin. Di meha Nîsanê de Êzidî bûkan dernaxînin, jiber ku meha Nîsanê bi xwe bûka Salê ye. Cejna Çarşema Sor di heman demê de xemla çanda Kurdî û baweriya me ye.

Êzdiyên dilsoz, girîng e ev çanda qedîm ji aliyê civaka me ve were parastin. Pêwîst e em weke civak û saziyê wê di vê têgihiştin û zanistiyê de bin, çanda me û baweriya me di bin xeteriyeke mezin deye û em di pêvajoya hebûn û tunebûnê de derbas dibin. Eger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê me naparêze, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake. Em neçar in tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurtir bikin û çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin. Ji bo avakirina Êzdîxan û azadiya civaka me derfetê heyî ne hindik in û di dîroka civaka me de kêm hatine bidestxistin. Pêwîst e em van rojên zêrîn baş binirxînin û ji bo serkeftinê hemû hêza xwe seferber bikin. Dîsa li welatê me bi destê dijminê hov şerekî qirêj berdewam dike. Girîng e em weke civaka Êzidiyan û saziyê wê li ku derê dibe bila bibe li dijî zordestiyê û koletiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin û bi hemû hêza xwe tevlî berxwedana gelê xwe bibin.

Ji bo şikandina tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 5 meh bûn bi pêşengtiya Leyla Guven, ku berxwedaniya rûmetê tê meşandin, li tevaya cihanê çalakiyên grevên birçîbûnê berdewam in.

Em, civaka Êzidî û pêkhateyên wê di van rojên qedîm û pîroz de piştevaniya berxwedêrên grevên birçîbûnê dikin, doza wan weke çarenûsa azadiya gelê Kurd li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û Kurdên li her dera cîhanê dibînin.

Bi van bîr û baweriya em careke din cejna Çarşema Sor li civaka Ezdayî û gelê Kurdistanê pîroz dikin û bangawaziyê li tevahiya gelê xwe û dostên civaka me dikin: Bi giyanê berxwedêrên grêvên birçîbûnê, bi giyanê li zindanê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Şengalê û hemû qadên têkoşînê tevlî pîrozbahiyên Cejna Çarṣema Sor bibin.”