NAV-DEM: Werin em bihevre Şengalê ava bikin

Hevserokatiya NAV-DEM’ê bi daxuyaniyekî nivîskî cejna Êzî pîroz kir û wiha got: “Werin em bi hevre Şengalê ava bikin û bibin alîkar ku gelê me yê Êzidî bizivire ser axa xwe.”

Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) bi daxuyaniyekî nivîskî Cejna Êzî li civaka Êzidî û tevayî mirovahiyê pîroz kir.

Daxuyaniya NAV-DEM’ê wiha ye;

‘EM HEVÎDARIN EV CEJN BIBE WESÎLEYA AŞITÎ, AZADÎ Û BIRATIYA GELAN’

“Îro cejna Êzî ye, cejna avakirinê ye. Berî her tiştî em wek Navenda Civaka Demokratî ya Kurdên li Almanya yê - NAV-DEM, Cejna Êzî di serî de li Civaka Êzdiyan, li gelên Kurdistanê û tevayî mirovahiyê pîroz dikin. Her weha em hêvidar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan.

Cejn di nava hemû baweriyan de xwedî cihekî watedarin. Cejnên Êzdiyan jî xwedî dîrokeke kevnar in. Dema mirov li dîrok û naveroka van Cejnan dinêre, jiyaneke nû û pîroziyan têde dibîne. Divê em Cejna Êzî, weke kevneşopiya xwedî derketina bawerî û ҫanda welatê xwe bibînin.

‘BAWERÎ Û ÇANDA XWE BIPARÊZIN Û XWEDÎ LÊ DERBIKEVIN’

Pîroziya van cejnan di dema îro de, ji her wextî bêhtir, ji bo bawerî û ҫanda Êzdiyatiyê hê watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedîm bi her awayî di bin metisîyeke mezin de ye. Girîng e civaka Kurdên Êzidî û bi taybetî Êzdiyên derveyî welat, bawerî û çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin.

‘DIVÊ GELÊ ÊZIDÎ VEGERE SER AXA XWE’

Du sal pêş niha bi berxwedaneke mezin, Şengal hate azadkirin. Ew êşa mezin ya Fermana 73. hinek be jî hate kêmkirin. Lê mixabin du meh pêş niha, vê carê hêzên Heşdî Şa’bî ketin hinek deverên Şengalê. Ev jî metirsîyek din bi xwe re tîne. Pêwîste rewşa Şengalê bi awayekî teybet û hesas bê destgirtin. Parastin û avakirina Şingalê wezîfa hemî hêzên Kurdistanî ye. Pêwîste xelkê Şengalê yê koçber bizivire ser axa xwe. Niha dem dema vegera welat e, dem dema avakirina Şengalê ye. Tê xwestin û pêwîste nasmeya Êzidîtahîyê li Şingalê bê parastin, pêwîste gelê me yê Êzidî, bi awayeke xweser, ew xwe bi xwe rêve bibin.

‘WERIN EM BIHEVRE ŞENGALÊ AVA BIKIN’

Li ser vî esasî em wek Navenda Civaka Demokratîk ya Kurdên li Almanya´yê-NAV-DEM, bang li hemî Gelê Kurdistanê, Civaka Êzdî û Dostên Gelê me dikin, werin em bi hevre Şengalê avabikin û bibin alîkar ku gelê me yê Êzidî bizivire ser axa xwe.Bi van hêvîyan em cardin, Cejna Êzî li Civaka Êzdiyan û tevahiya Mirovahiyê pîroz dikin.”