NAV-DEM'ê Cejna Paskalyayê pîroz kir

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM, Cejna Paskalyayê li civata Xiristiyan pîroz kir.

Di peyama NAV-DEM'ê de hate gotin, "Xaka Mezopotamyayê ku dergûşa hemû çand, ol û baweriyan e, her wiha cih û warê xweşbînî û biratiya navbera gelan û baweriyan e. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a ku bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd afiriye, garantiya bingehîn a felsefeya jiyana bi hev re ya navbera çand, bawerî û gelan e.

Em hêvîdar in ku Cejna Paskalyayê ku civata Xiristiyan îro pîroz dike bibe wesîle ji xurtkirina hevgirtin û biratiya gelan û baweriyan. Bi vê bîr û baweriyê em Cejna Paskalyayê ji dil li civata Xiristiayn pîroz dikin."