NAV-DEM’ê Çarşema Sor pîroz kir

NAV-DEM a Çarşema Sor pîroz kir, wiha got: “Hêvî dikin ku yek ji civaka herî qedîm a Rojhilata Navîn civaka Kurd a Êzîdî, bigihên rojên bi awayeke azad li gorî baweriya xwe bijî, bê ku qirkirinek re bên derbaskirin.

NAV-DEM a daxuyaniyek nivîskî da, civaka Êzidî li gel rojên ewqas zor û zehmet di rojên pir bi êş re derbas bûne.

Daxuyanî wiha ye:

“Di tevahiya dîrokê de cejnên pîroz ên gel û civakên cihê derketiye holê. Yek ji van jî cejna pîroz a civaka Kurdên Êzidî ya Çarşema Sor e. Li ser erdnîgariya Mezopotamyayê piştî 13’ê meha Nîsanê û şûnde Çarşema yekem tê pîrozkirin. Çarşema Sor bi basmayên bi rengê kesk, sor û zer tên xemilandin. Li gorî baweriyê ev reng temsîla jiyan û aştiyê dike.

civaka Êzidî li gel rojên ewqas zor û zehmet di rojên pir bi êş re derbas bûne. Ji ber şer û nakokiyên salên dawî civaka Êzidî nekariye li gorî pêwîst cejna Çarşema Sor pîroz bike.

Hêvî dikin ku yek ji civaka herî qedîm a Rojhilata Navîn civaka Kurd a Êzîdî, bigihên rojên bi awayeke azad li gorî baweriya xwe bijî, bê ku qirkirinek bê derbaskirin. Cenjên bên li Êzîdxanê, li ser bingehê ruhê têkoşîna azadî û berxwedanê ya Şengalê Çarşema Sor pîroz bikin.”