Nasnameyên şehîdên Mexmûrê eşkere bûn

Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê bi balafirên şer êrîş bir ser kampa penaberan a Mexmûrê û ji ber êrîşê 4 jinên Mexmûrî şehîd bûn. Meclîsa Gel a Mexmûrê nasnameyên her çar şehîdan eşkere kir.

Meclîsa Gel a Mexmûrê diyar kir, sê ji kesên di êrîşa doh de şehîd bûn, ji malbatekê ne. Dayik e, keça wê ye û neviya wê ye.

Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê saet 21.00'an bi balafirên şer li Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî) xistin. 

Meclîsa Gel a Mexmûrê diyar kir di êrîşa dewleta Tirk de Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê  Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin malbat ji bo ku li sewalên xwe binere dema ku diçin koxê balafirên şer ên Tirk li wan xistine û wê demê hatine qetilkirin.

Piştî êrîşa şevê din, gelê wargehê berê sibehê şiyar bû û dîsa li meydana gund civiya. Her wiha li kampê ti kargeh jî nehatin vekirin.

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Gel ji bo kesên ku şehîd bûne wê saet 13.00'an merasîma cenaze wee çêkirin.