Nameyeke vekirî ji Theresa May re: Ji Kurdan lêborînê bixwaze

Parlamentera ji Partiya Karkeran a Ingilîz Joan Ryan bi nameyekê rexne li Serokwezîra Ingiltereyê Theresa May anî ku 15’ê Gulanê li Serokwezîrtiyê Erdogan kiribû mêvanê xwe û bi daxuyaniyên xwe rê li ber helwestan vekiribû.

Parlamenter Ryan di nameyê de got, ‘’Ji ber ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan serdana Ingiltereyê kiriye û ji ber şîroveyên we yên dema daxuyaniya çapemeniyê ez pir bifikar im’’. Ryan her wiha rexne li May anî ji bo ku li ser mijara demokrasiye û mafê mirovan a li Tirkiyê her ku diçe xirabtir dibe bi rengekî tund helwesta xwe diyar nekiriye.

Ryan di nameye de diyar kir Hilbijartinên 24’ê Hezîranê hilbijartinên bi zorê ne, May ev ji nedîtî ve hatiye û Erdogan qebûl kiriye. Ryan di nameya xwe de ji ber gotinên May, ku 15’ê Gulanê dema bi Erdogan re daxuyaniya çapemeniyê dida, gotibû, ‘’Sedema zextên li Tirkiyê terorîzma Kurd e’’ May şermezar kir û xwest ku May ji Kurdan lêborînê bixwaze.

EZ JI REWŞNA TIRKIYÊ BI FIKAR IM

Ryan êrîşa polîsan a li ser çalakiya prostoyê ya li ber Serokwezîriyê jî bi bîr xist û got, ‘’Di navbeyna çalakiyên rêxistinên qedexe de û çalakiyên civaka Kurd de gelek cihêtî heye’’.

Beriya hilbijartinê bi mebesta ku li ser rewşa Tirkiyê rawestin û ve bînin rojeva Parlamentoya Ingilîz 7’ê Hezîranê li Kamaraya Avam wê civînek were kirin.

Ryan di nameye de got, ‘’Ez ji rewşa Tirkiyê pir bitirs im’’ û domand, ‘’Kralîyeta Yekbûyî mafê mirovan û demokrasiyê divê bi rengekî hişk biparêze, ji bo ku kirinên Serokkomar Erdogan û hikûmetê rawestîne dive ji qanihkirinê re hazir be. Meseleyên ku ez dibêjim dive bi lezgînî li ser were sekinandin. Meha pêşiya me dema nîqaşên li ser mijara Tirkiyê ez bi çar çavan li bendê me ku ev mijarên lezgîn li Meclîsê werin gotûbêjkirin.’’

MAFÊ MIROVAN LI PÊŞ BAZARIGANIYÊ NE

Di nameye de beşê ku derdikeve pêş wiha ye: ‘’Ez qet ne kêfxweş im ku we Erdogan li Ingiltereyê bi merasîmekê qebûl kir. Di daxuyaniya we de, ya ku we bi Erdogan re dayî, li şûna ku we behsa arîşeyên li Tirkiyê, binpêkirina mafê mirovan bikira, pêşî we behsa geşbûn û xurtbûna têkiliyên bazirganiyên yên di navbeyna Tirkiyê û Ingiltereyê de kir û bi ser de we li dawiya axaftina xwe behsa demokrasiyê û binpêkirina mafê mirovan kir. Dema ku we ev kirî jî, bi rengekî neheq we gelê Kurd kire ‘terorîst’. Rewşa siyasî ya li welêt tenê di dawiya daxuyaniyê de hate gotin. Piştî ku bi berfirehî têkiliyên bazirganiyê yên geş bûne, yên di navbeyna Tirkiyê û Ingiltereyê de hatin gotin. Dibe ku ev Tirkiye an jî welatekî dî be. Ez ji we dipirsim, gelo hûn dikarin bikin; hûn dikarin mafê mirovan, demokrasiyê, azadiyan deynin pêş têkiliyên bazirganiyê?’’

EREM KANSOY/YENÎ OZGUR POLÎTÎKA