Nameya Leyla Guven: Berdêl çi jî bin em ê bi ser bikevin!

Leyla Guven got, ''Ez  diyar dikim, rasteqîniya jiyana ku di ber de bimirim hildimijim û ez li qonaxake wiha de me ku bi dilxweşî di vê rêyê de mirinê dikarim hembêz bikim.''

Leyla Guven ku ji bo tecrîd rabe ev 73 roj in li ber xwe dide, nameyek ji bo mîtînga Amedê ya bi heman mebestê pêk hatî, nivîsî.

Nameya Leyla Guven, ku ji hêla Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag ve hatî xwendin wiha ye:

''Gelê me yê hêja, hevrêyên jin ên xweşewîst

Rûyê ronî yê Amed, Serhed, Botanê

Yek bi yek we hemûyan slav dikim, di vê pêvajoya dijwar lê dîrokî de ya ku niha em tê de ne, ez dixwazim careke diyar bikim, ez bawer dikm ku em ê bi hev re bi ser bikevin.

Tecrîda li ser Rêzdar Ocalan, li pêş mayindbûna aştiya civakî asteng e. Rêzdar Ocalan di avakirina aştiya civakî de aktorekî girîng e. Ev bi ceribandinên teorîk û pratîk ê ku kirî gelek caran çespand. Ji bo vê jî civak hay ji van hemû rastiyan heye. Ji ber ku encamên çak ên ku bi pêkhatina daxwaza min  wê derkevin dibînin û dizanin, hê ji roja pêşî ve, li hundir û derve ji 7 saliyan bigirin heta bi 70'ê saliyan lê xwedî derketin.

Bi vê maneyê em bawer dikin ku min û me, yên li hundir me dengê xwe da bihîstin û li ser xaleke diyar em ê encamê jî bistînin.

'EM Ê BERXWEDANA XWE BIGIHÎNIN SERFIRAZIYÊ'

Ev gelê berxwedêr, jinên dildarê azadî û demokrasiyê, ciwan, bi rista ku ji Dehaq û vir ve li dijî yê zalim radibin, careke dî jî wê bi vê rista xwe rabin û berdêla wê çi dibe bila bibe bi ser bikevin. Bi bawerî û vîna xwe em ê  dawiya vê berxwedana xwe  bigihînin serfiraziyê. Di van rojan de ku em ji pêvajoyên dîrokî derbas dibin, di nav hemû şertan de û li gel bêderfetiyan, bi gotineke ku di cih de be, bi hilweşanindina dîwaran bi hiş û vîna azad pevhigîna me,  bi hemû hêlên xwe yên nikarin werin dîlgirtin, avakirina zemînên ku em xwe lê vebêjin, ji bo min, derbirîna moral û coşiyeke mezin e.

Ez  diyar dikim, rasteqîniya jiyana ku di ber de bimirim hildimijim û ez di qonaxake wiha de me ku bi dilxweşî di vê rêyê de mirinê dikarim hembêz bikim. Di van rojên berxwedanê de, ji pişt dîawran bi baweriya ku em ê bi ser bikevin we slav dikim, bi germahiya hevrêbûnê dilê we yê şoreşger hembêz dikim.''