Mizgefta Şêx Seîdê Kurdî kongreya xwe pêk anî

Mizgefta Şêx Seîdê Kurdî, ku li bajarê Bremen ê Elmanyayê ye, kongreya xwe ya 20. pêk anî.

Kongre li salona Navenda Perwerdeyê ya Ciwanan pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û xwendina Quranê dest pê kir.

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli û endamên CÎK'ê li kongreyê axivîn.

Qisekeran gotin, divê Îslam ji kes û derdorên şaş neyê hînbûn û destnîşan kirin, yên Îslamê ji çavkaniya xwe hîn bibin, wê mezhebperestî û neteweperestiyê neke.

Qisekeran diyar kirin, cewhera Îslamê edalet û aştî ye û bal kişandin ser dîktatoriya Erdogan û Esad û zilma DAIŞ'ê.

'DESTEKA JI BO AKP'Ê, XIZMETA JI BO NÎJADPERESTIYA TIRK E'

Tûrhalli anî ziman, piştgiriya ji AKP'ê re bê dayin tê wateya xizmeta ji bo nîjadperestiya Tirk û işaret bi êrîşên li dijî jin û zarokan kir ku di dema AKP'ê de zêde bûne. Tûrhalli got, AKP ji bo sûcên xwe binixumîne, Îslamê bi kar tîne.

Di dawiya kongreyê de rêveberiyeke nû ya ji neh kesan hate avakirin. Piştî hilbijartina civata jinan, wê hejmara rêveberiyê zelal bibe.