Mirov ên ku xweza qir kirine di bin xetereyê de ne

Li cîhanê jiyana zindiyan diqele. Hilweşîna xwezayê herî bi kêm bi qasî germa global xetereyê li ser mirovan dike. Li gorî zanyaran qelîna girseyî ya şeşemîn dest pê kiriye.

Zanyarên ji 132 welatan roja Duşemê li Parîsê li hev civiyan. Vê civîna li ser dewlemeniya biyolojîk wê hefteyekê bidome. Rapora li ser astengkirina qelîna zindiyan tê nîqaşkirin.

Di destpêkirina civînê de peyameke zelal hate dayîn: Hilweşîna xwezayê herî bi kêm bi qasî germa global xetereyê li ser mirovan dike.

MILYONEK CURE DI BIN GEFA QELANDINÊ DE NE

Platforma zanyarî û siyasî ya di navbera hikumetan de ya li ser dewlemendiya biyolojîk û xizmetên ekosîstemê (IPBES) sala borî raporek weşandibû. Rapor 1800 rûpel bû û bi tevlêbûna 150 pisporan, di 3 salan de hate amadekirin. Tê diyarkirin ku ev rapor li ser dewlemeniya biyolojîk referanseke zanistî ye.

Di raporê de hişyariyên girîng tê kirin û tê diyarkirin ku li ser daristan û okyanûsan xetereyên mezin hene. Di raporê de bal tê kişandin ser vî tiştî ku li ser 8 milyon cureyên zindiyan, gefa qelandin û tunebûnê heye.

Li gorî zanyaran pêvajoya qelandin û tunebûna girseyî ya 6’emîn dest pê kiriye. Li gorî zanyaran bi qasî hilberînê divê li ser berxuriyê jî plansazî werin kirin.

Di 500 milyon salan de gerstêrka me pênc caran pêvajoya qelandin û tunebûnê li ser wê pêk hatiye. Di van pêvajoyan de her carê nîvê zindiyan qeliyan. Bi giştî heta niha 90 ji sedî organîzmayên ku berê hebûn, a niha qeliyane.