Mîrateya şehîdên 14’ê Tîrmehê wê faşîzmê rawestîne

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên Şengalê diyarkirin şopdarên giyanê ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û mîrateyên wan hilgirtin îro jî wê faşîzma Tirk bidin sekinandin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li Çiyayê Şengalê di 35. salvegera Rojiya Mirinê a Mezin a 14’ê Tîrmehê de ji ANF’ê re axivîn.

GELÊ KURDISTANÊ BÛ PKK

Yek ji fermandarê HPG’ê Zinarîn Eser got Berxwedana 14’ê Tîrmehê bêguman ji hêla dîroka têkoşînê ve fitlonekek bû û wiha bi nav de çû: ‘’Di dîroka Kurdistanê de careke dî jî pêşengiyê ji vejîna Rojhilata Navîn re dike. Ev hemû zemîna xwe û kana xwe ya jiyanê ji Berxwedana 14’ê Tîrmehê werdigirin.’’ Eser dibêje bêguman ku ne ji wê berxwedanê bûya wê berxwedana Kurdistanê nebûya û wiha didomîne: ‘’Bi mîrateya wan pêl bi pêl mezin bû û bû tevgera gel. Îro jî faşîzma Tirk îdîa dike ku wê radest bigire û tine bike, dişewitîne û kavil dike. Lê li çar parçeyên Kurdistanê berxwedan, şoreş û avakirin bi giyanê 14’ê Tîrmehê didome. Heke dirûşma, ‘’PKK gel e, gel li vir e’ bûbe dirûşma bi milyonan wê demê PKK bi gel re bûye yek û gelê Kurdistanê bûye PKK. Em fedaiyên Rêber Apo bi rengekî ku şayanî pêşengên Berxwedan 14’ê Tîrmehê em ê dilsozê Rêbertiya xwe, gelê xwe û tevera xwe bin û têkoşînê bi ser bixin. Divê dijmin bizanibe ku ji hêla fizîkî ve azadkirina Rêber Apo îdîaya me ya sereke ye.’’

EM Ê ALAYÊ HILDIN JOR

Gerîlayê HPG’ê Cûdî Destan jî got berxwedêrên 14’ê Tîrmehê xwe kirine bend û faşîsm rawestandine, ti caran dev jê neqeriyan e, serî netewandine, her demê gotine em ê bi ser bikevin û rêya xwe domandine û diyar kri ew berpirs in ku alaya wan hildin jor. Destan got: ‘’Em şopdarên Kemal Pîr em ê bi mîrateya ku wan hiştine heta dawiyê biçin.’’

GIYAN Û MÎRATEYA WÊ DIJÎ

Yek ji fermandarê HPG’ê Serhat Serxwebûn jî got berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li gel hemû êşkenceyan li dijî dijmin bi serbilindî sekinîne û herka dîrokê guherandine û vê berxwedanê kiriye ku Tevgera Azadiya Kurd heta niha gavên mezin bavêje. Serxwebûn got mêtingeriya Tirk îro jî heman faşîzmê hem li zindanan û hem li derve dixwaze pêk bîne û got: ‘’Divê dewleta Tirk vê baş bizanibe, ne gelê me û ne jî em serî ditewînin. Giyanê wan ê ku wê rojê bedena xwe dane ber mirinê û mîrateya wan di têkoşîna me de dijî. Em ê bi vî giyanî û bi vê mîrateyê faşîzma Tirk bidin rawestandin.’’