Mîr Tahsîn Beg çû ser dilovaniya xwe

Ji lîderên rûhanî yên Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg ku ji hefteya bihurî ve li bajarê Hannover ê Elmanyayê dihate dermankirin, koça dawî kir.

Hate ragihandin, Serokê Konseya Manewî ya Bilind a Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg, danê sibehê li nexweşaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest daye. Malbata wî û saziyên Êzidiyan wê li Hannoverê sê rojan serdanên sersaxiyê qebûl bikin.

Kurê Mîr Tehsîn Beg Hazîm Mîr Tehsîn Beg diyar kir ku cenazeyê bavê wî wê li Başûrê Kurdistanê were veşartin.

Wezareta Karên Diyanetê ya Iraqê li ser mirina Mîr Tehsîn Beg daxuyanî da û got, "Em bi xemgînî pê hesiyane ku emîrê Êzidiyên li dinyayê miriye."

Mîr Tehsîn Beg ê 86 salî, piştî ku bavê wî Seîd Beg sala 1944'an çû ser dilovaniya xwe, bûbû 'Mîr' ê Êzidiyan.

Serokê Konseya Manewî ya Bilind a Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg, demek bû dihate dermankirin û ji roja Înê ya bihurî ve di komayê de bû.

Mîr Tehsîn Beg ku demeke dirêj li sirgûnê ma, salên 1992 û 2004'an bû hedfa sûîqestan û bi saxî jê filitî bû.