Meşa dirêj a li Berlînê li gel baranê dewam dike

Meşa dirêj a li paytexta Elmanya Berlînê, ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîdkirina Ocalan tê lidarxistin, dewam dike.

Çalakger ji bo dest bi meşê bikin li "U Bahn Alt Tegel"ê li hev civiyan. Saet 12'an piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê NAV-DEM Berlînê Yeko Ardil axivî û got, "Li gel baranê, rewşa nebaş a hewayê û helwesta ne dostane ya polîsan em li qadan e, dimeşin."

Ardil got, "Zor û zehmetiyên ku em dikişînin ne bi qasî saeteke Leyla Guven e. Divê em di her kêliyê de wan bînin bîra xwe û bi vî rengî li ber xwe bidin."

Beşa îro ay meşa dirêj a li Berlînê wê heta Resîdenz Str'yê dewam bike.