Meryem Ferecî ya winda bûbû, cenazeyê wê hate dîtin

Xwendekara Kurd Meryem Ferecî ku beriya niha bi 9 rojan li Tehranê winda bû, cenazeyê wê yê êşkencekirî hate dîtin.

Kampanya Parastina Mafên Girtiyan ragihand ku polîsên Tehranê doh êvarê cenazeyê jineke êşkence lê hatiye kirin û hatiye şewitandin dîtine. Piştî ku testa DNA'yê li ser cenaze hate kirin, eşkere bû ku cenazeyê xwendekara Kurd a 33 salî Meryem Ferecî ye ku berî niha bi 9 rojan li Tehranê winda bûbû.

Ferecî bi hinceta ku tevlî xwepêşandanên protestoyî yên dawiya sala 2017'an û destpêka sala 2018'an bûye, ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû destgîrkirin.

Dadgeha Şoreşê ya Îranê 3 sal cezayê girtîgehê li Ferecî birî bû. Piştre bi şertê serbestiya bi kontrol hatibû berdan. Ferecî diçû qereqolê û îmze dida.