'Mêr nikare bi dewletê, lê bi hêsanî êrîşî jinê dike'

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Îpek diyar kir ku di rewşa awarte de şîdeta dewlet û mêran a li jinan zêde bûye.

Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê tevî ÎHD’ê têkildarî şîdeta li jinan raporek amade kiribû û bal kişandibû ser vî tiştî ku mudaxeleyî her kêlîka jinan tê kirin.

Endama Navenda Mafên Jinê ya Baroya Amedê Elîf Tîrenç Îpek diyar kir ku ev salek e Rewşa Awarte heye.

'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞÎDETÊ SEKINÎ'

Îpek diyar kir ku beriya Rewşa Awarte şîdet zêde bû û piştî Rewşa Awarte şîddet zêdetir bû û got, "Têkoşîna li dijî şîdetê heta astekê hatibû. Lê bi girtina saziyên jinan re, têkoşîna li dijî şîddetê sekinî û qels bû."

Îpekê diyar kir ku serîlêdanê şîdetê yên ku ji baroyê re tên zêdetir bûye û got, "Piştî Rewşa Awarte gelek mêr ji kar hatin avêtin û bi vê re şîdet nîşanî jin, zarok û diya xwe dan. Mêr nikare bi dewletê, lê bi hêsanî êrîşî jinê dike."

'BI REWŞA AWARTE RE ŞÎDET ZÊDE BÛ'

Îpekê di dûmahîka axaftina xwe de got, "Ji ber girtina saziyên jinan, şîddeta li ser jinan zêdetir bûye. Jinên ku dixwazin li mafê xwe xwedî derkevin di saziyên dewletê de dîsa tên mexdûrkirin. Di Rewşa Awarte de jin bêtir mexdûr dibe, dixwaze dengê wê were birrîn. Jinan mûxtacî mêran dikin û bi vê re jin ji jiyanê tên vederkirin."