Mele Mîrekoglû: Rabûna li ber zilma li Kurdistanê ferz e

Mele Muxadat Mîrekoglû diyar kir ku divê Misilman li ber zilmê rabin û bang li alema Îslamê kir ku di cejna Remezanê de destê xwe yê alîkariyê dirêjî gelên Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Geverê bike.

Di ola Îslamê de hedef û armanca sereke, têkoşîna li dijî zilm û zordestiyê ye. Ji bo têkoşîn û xebata vê yekê jî wezîfe dikeve li ser milê hemû bawermendan. Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şer ên AKP’ê gelê Kurd di rewşeke xizan de ye û bi destê dewletê cihên jiyan li Kurdan tê herimandin. Her wiha bi hatina cejna Remezanê re jî ji ber xîzaniyê gel nikare bi dilşadî tevlî vê cejnê bibe. Mele Muxdat Mîrekoglû bi hatina cejna Remezanê re ji ANF’ê re axivî.

'DI OLA ÎSLAMÊ DE CIHÊ ZILMÊ NÎNE'

Mîrekoglû da zanîn ku di ola Îslamê cihê zilmê nîne û wiha axivî: "Xwedê Teala di Qurana pîroz de dibêje: 'Di Îslamê de her kes birayê hev e, di mafan de her kes birayê hev e. Kes ji kesî mezintir nabe. Çênabe ku kesek xwe li ser kesekî û gelekî ferztir û mezintir bike'. Her wiha Xwedê Teala, ferman daye mirovan ku aştiyê pêk bînin. Lê belê em niha dibînin li bajarên Kurdan şerekî kûr heye. Zilm û Îşkenceya li Kurdistanê li dijî gotina Xwedê Teala û li dijî Îslamê ye. Her wiha Hz. Mûhemmed gotiye: 'Lanet li wî kesê ku şer gur dike û belav dike bê.' AKP û Tayyîp Erdogan di nav Îslamê de û di nav gelên Kurd û Tirk de şer û fitnê belav dikin. Xwedê Teala lanet li wan kiriye û divê bizivirin! Xwedê, di Qurana pîroz de gotiye: 'Alîkariya hev, li ser xweşiyê, li ser xweşî û feydeya dinyayê bikin; alîkariya hev li ser fitnê, li ser xerabî, li ser bêtifaqiyê nekin'."

'FITRE Û ZIKATÊN XWE BIŞÎNIN BAJARÊN HATINE XERAKIRIN'

Mîrekoglû cejna Remezanê li tevahiya alema Îslamê pîroz kir û wiha pê de çû: "Xwedê Teala di Qurana Pîroz de dibêje:'Eger cîranê te birçî be û tu têr bî tu ne Misilmanî. Tenê çend roj mane ji cejna Remezanê re. Ji ber polîtîkayên AKP’ê gelê Kurd xizan e. Di vê di meha pîroz de her kes destê xwe yê alîkariyê dirêjî bajarên hatine xerakirin bike. Divê her Misilmanek fitre û zikatên xwe bişînin ji gelê Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Gever û Sûrê re. Divê di meha pîroz de rûyê zarokên mezlûm bikene. Her bawermendek cihê xwe ligel heq û edaletê bigre. Divê di cejnê de dewlemend kesên xizan ji bîra nekin û xwedî li wan derkevin. Ne tenê divê meha pîroz de divê di 12 mehên salên de em bi destê kesên xizan bigrin."

NÎŞANEYA MINAFIQAN SÊ NE…

Mîrekoglû bal kişand li ser zextên Kurdistanê li ser gel û wiha got: "Di ola Îslamê de nîşaneya minafiqan sê tiştin. Ya yekemîn: Kesê di nava cemaweriyê de baxive û derewan bike, rastiyan nebêje ew kes minafiqe. Ya duyemîn: Dema ji bo cemawerî yan jî kesekê bawerî bide û li ser soz peymana xwe ne raweste ew kes minafiqe. Ya sêyemîn:  Kesê dizî, zilmê bike û xwedî sozên xwe dernekeve ew kes minafiq e. Li Rojhilata Navîn her roj ev sê xal xwe dubare dikin. Li dijî zilma li Kurdistanê pêk tê, berxwedan û têkoşîn mafê herî rewa ye û ev yek jî sinet e."