Mele Arkan: Cejn alîkarî û piştevanî ye

Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Mele Abdullah Arkan, bi wesîlea Cejna Qurbanê, ji civaka Îslamê xwest ku destê xwe yê alîkariyê bigihîne welatiyên xizan ên li Kurdistanê.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Abdullah Arkan, bi wesîleya Cejna Qurbanê re ji ANF'ê re axivî û ji tevahiya civaka Îslamê xwest ku destê xwe yê alîkariyê bigihîne gelên Efrîn, Şirnex, Nisêbîn û Sûrê.

Arkan anî ziman ku gelê Kurdistanê Cejna Qurbanê di demeke girîng de pêşwazî dike û got, "Li Bakurê Kurdistanê gelê me di şert û mercên zehmet de Cejna Qurbanê pêşwazî dike. Em di nava Rewşa Awarte ya mayînde de vê cejnê pêşwazî dikin. Yek ji du cejnên olî Cejna Qûrbanê ye û pêwîste di vê cejnê de jî welatiyên me yên xizan neyên ji bîr kirin. Qurban bi xwe peyveke bi Erebî ye û civaka Îslamê di vê meha pîroz de li pêş 'xwedayê mezin' di ezmûnê de tê derbaskirin. Ev peyva qurbanê jî nêzîkbûna bi xwedê re dide nîşan dan. Di vê meha pîroz de zikê xizan û belengazan têr dike."

'ALÎKARIYÊ BI WELATIYÊN XIZAN RE BIKIN'

Arkan da zanîn ku di rojên cejnê de alîkarî û piştevanî derdikeve pêş û wiha dewam kir: "Di cejnan de civak tên cem hev. Alîkariya qurbanê wê welatiyên xizan, kal û pîr, û bê kesan kêfxweş dike. Di rojên wisa de peywira mirovahiyê ye ku mirov destê xwe yê alîkariyê dirêjî welatiyên xwe yên xizan bikin. Ji bo me berpirsyariyeke wijdanî ye. Heta ku hêza me têr bike, em divê destê xwe yê alîkariyê ji xizan û bê kesan nedin alî. Kêfxweşiya herî mezin ew e ku dema mirov alîkariyê didin kesekî ew kêfxweşiya rûyê wan e."

'LI DIJÎ ÊRÎŞAN DESTÊ PIŞTEVANIYÊ'

Arkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şerê qirêj ê ku Tirkiye li her qada Kurdistanê dike û got, "Dewleta Tirk di şerê xwe yê qirêj de yê li dijî gelê Kurd, rêbaz û sînoran nas nake. Komkujiyan pêk ttîne, daristan, sewalên me bombebaran dike. Bi taybetî êrîşî qadên me yên jiyanê dike û bi hezaran malbatên me mexdûr bûne. Bi hezaran welatiyên me yên Efrînê ji ber êrîşên Tirkiyeyê neçar mane ku li herêma Şehbayê bi cîh bibin. Bi vê boneyê divê her çar aliyên Kurdisanê destê xwe yê alîkariyê direjî gelê Efrîn, Şirnex, Nisêbîn û Sûrê bike. Em di vê cejnê de hemû li gel hev kêfxweş bibin û şad bibin. Li hemberî êrîşan divê em destê xwe yê piştevaniyê dirêj bikin."