Medreseya Meydanê ev 11 sal in girtî ye

Medreseya Meydanê ya dîrokî ya Colemêrgê bi navê xebatên restorasyonê ev 11 sal in girtî ye.

Colemêrg ku bi avaniyên xwe yên dîrokî dewlemend e, avaniyên li ser piyan mayî yan hatin hilweşandin an jî girtî hatin şewitandin, yan jî girtin û li gel qedexe kirin. Colemêrg ku bi sirûşt, dîrok, huner, gund û zozanên xwe kirine bajarekî qedexe tê xwestin ku tecrîd bikin. Medreseya Meydanê ev 11 sal in bi hinceta restorasyonê di lîsteya qedexeyan de ye.

Medreseya Meydanê ya li taxa Bîçerê li Colemêrgê yek ji avaniyên kêmpeyda ye ku li ser piyan maye. Sala 1700’î ji hêla rêveberê hikûmeta Colemêrgê kurê Izettîn Ibrahîm Bey ve hatiye çêkirin. 2006’an bi navê restorasyonê hate girtin. Bajarî ev 11 sal in nikarin wê ziyaret bikin. Daxwaza ku Medrese weke mûzeyê were vekirin ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirk ve hate redkirin.

Welatî li dijî vê biryarê helwest nîşan dan û xwestin ku demildest medrese were vekirin û gotin: ‘’Dîrokeke me ya ev çend dewlemend heye. Bi hezaran berhemên me hene lê mûzeyeke me ya ku em wan lê nîşan bidin nîn e. Hema hema li hemû bajarên Tirkan mûze hene. Em dixwazin Medreseya Meydanê weke mûze demildest were vekirin. Avaniyeke ji bo Colemêrgê ev çend girîng divê ji turîstên xwecih û biyanî re vekirî be. Heta niha berhemên li vir derketin birin derve. Heke Mûzeya Meydanê vekirî bûya ev berhem wê li wir bihatan nîşandan. Em dixwazin demildest medreseya me were vekirin.’’