Meclîsên Gundên Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê: Êrîşa li dijî gorê bêhurmetî ye

Kordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê li Ewropa têkildarî êrîşa li dijî gora Sara Gir a li gundê Çînerya ya navçeya Bêşirî ya Êlihê daxuyanî da û êrîş bi tundî şermezar kir.

Pîr Sara Gîn beriya 25 salan li bajarê Elmanya Celle çûbû ser dilovaniya xwe û cenazeyê wê ji aliyê malbatê ve li gundê Êzidiyan Cînêrya yê Êlihê, li goristana Pîrê Zirav hatibû veşartin. Roja 4’ê Sibatê jî gora Pîr Sara Gîn ji aliyê kesên nenas ve hatibû rûxandin.

Kordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê li Ewropayê têkildarî êrîşê daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîş bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Koordînsyona Meclisên Gundên Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê li Ewropa êrîş û bê rêziyên bi vî awayî bi tundî şermazer dikin. Ev yek ji aliyê olî û mirovahiyê de nayê qebûlkirin. Heta niha destdrêjî li ser mal, milk û gundê Êzidiyan bûn, niha jî li dijî wargeh, pîrozgeh, goristan û qubên miriyên Êzîdiyan pêk tînin. Ev rasterast gefxwarinên li hemberî tevaya civaka Êzîdiya ye. Heta ev buyer zelal nebin, em dev ji lêkolîn û şopandinê bernadin. Em van kiryarên dagirkerên AKP/MHPê şermazer dikin!”

Koordînasyonê bi domdarî got; “Xuyaye, ev êrîşên li ser pîrozgehên Êzîdiyan, destgirtina mal û milk ên Êzîdiyan, dagirkirina gund ên Êzîdiyan û hwd. berdewama fermana Şengalê ya 3ê Tebaxa 2014’an ne. Her weha bi siyaseteke qirêj, bi vê durûtî û bi bêbextiya xwe rejîma AKP-Erdogan bi navê îslamê piştgiriya van buyer û kirar ên hovane dikin.”

Kordînasyona Meclîsên Gundên Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê li Ewropayê herî dawî bang li gelê êzidî û Kurdistanê kir û got; “Di serî de Êzîdî, em bang li mal, komel, rêxistin û kesayetên Kurdistanê dikin ku li dijî van bê rêzî û êrîşên bê sînor bê deng nemînin. Em bi hemû derfetên xwe piştgriyê didin xuşk û birayên xwe yên Çinêrî û her weha em ê li hemberî her êrîşan li dijî Êzîdiyan ên li her devera cihanê bisekinin.”