Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Çarşema Sor pîroz kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi wesîleya Cejna Çarşema Sor daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Em cejna serê salê ya gelê xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya tifaqa civaka Êzidî. Pêwîste gelê me li dijî hemû êrîş û fermanan xwedî li çand û baweriya xwe ya hezarî salan derkeve. Divê em weke civaka Êzidî ji bo Êzîdxaneke azad dest bidin hev û Êzîdxanê bi yekîtiya xwe bixemilînin. Ji bo pêkanîna tifaqa xwe jî cejna serê salê dibe wesîleyeke baş.

Em careke din weke meclîsa xweser û tevahî saziyên Şengalê bang li gelê xwe dikin ku berê xwe bidin ser axa xwe û cejna xwe ya pîroz li Êzîdxanê pîroz bikin. Gelê me yê ji ber fermanê koç kirine 5 sale li cejna xwe li derve pîroz dikin. Em bihêvîne ku em sala bê bihevre û li Şengalê cejna Çarşema Sor pîroz bikin."

PYD'Ê CEJNA ÇARŞEMA SOR PÎROZ KIR

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Cejna Çarşema Sor pîroz kir û diyar kir, li dijî komkujî û qirkirina li civaka Êzidî û çanda wan tên ferzkirin, wê bi her awayî têkoşîna xwe mezin bikin.