Meclîsa Jinên Êzîdî: Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin

Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) têkilî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da û bang li Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û CPT'yê kir ku nebin hevkarên faşîzma Tirk.

SMJE'yê di daxuyaniya nivîskî de bal kişande ser grevên birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kiriye, got ew vê çalakiyê, ''pîroz dibînin û bi hemû hêza xwe lê xwedî derdikevin.''

SMJÊ'yê got jinên Kurd li dijî tecrîde 'bûne mertalên zindî''.

SMJÊ'yê di daxuyaniya nivîskî de bi bîr xist, greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven 110 roj in didome, xeta Sakîne Cansiz berfirehtir kiriye û got, ''Em ê ti carî xwe teslîmî koletiyê nekin, em ê bibin avakarên jiyana azad û pêşengên tevajiya jinan''.

'BI PARADÎGMAYA OCALAN JINÊN ÊZÎDÎ BÛNE PÊŞENG'

SMJÊ'yê di daxuyaniyê de bi domdarî bal kişande ser giringiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinên Êzîdî û got, ''Paradîgmaya jinana azad li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk îfade dike. Bi vê heqîqetê li Êzîdxana pîroz jina Êzîdî bû pêşeng. Bi vê heqîqetê bi hezaran jin û zarokên dîlgirtî hatin rizgarkirin. Çawa Rêber Abdullah Ocalan gotibe divê jina Êzîdî di xeta Bêrîvana berxwedêr xwe rêxistinî bike û biparêze, bi hezaran jin li derdora vê xetê bûne çelenga parastinê.''

BANG: NEBIN HEVKARÊ FAŞÎZMA TIRK

SMJÊ'yê her wiha bang li Elmanya, Neteweyên Yekbûyî, CPT û Konseya Ewropayê kir ku, 'nein hevkarên faşîzma dewleta Tirk. Bi erkên xwe rabin. Mîna li ser Fermana 73'yan bêdeng nemînin. Em jin parazvanê rûmetê ne. Em 73 caran hatin qetilkirin, firotin û kirîn lê em ti caran winda nebûn. Ji ber vê em jiyanê diparêzin. Bi hezaran pêşengên mîna Xatûna Fexra, Bêrîvan û Binevşan, Xanêyan û niha jî Leylayan ev heqîqet piştrast kirin.

Em biryardar in ku wek şopdarên wan em ê faşîzmê hilweşînin û tecrîdê bişkînin.