'Me heta niha krîzek wiha nedîtiye'

Ji bo cejna Qurbanê tenê du roj man. Tevî vê yekê jî sûka li Amedê bêdeng e. Esnafan gotin, wan heta niha krîzeke wiha nedîtine.

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê roj bi roj girantir dibe. Rojane bi dehan kargeh îflas dikin û tê payîn ku di demên pêş de bi hezaran kargeh bên girtin. Têkildarî krîza aboriyê esnafên Amedê ji ANF'ê re axivîn û nerazîbûn nîşanî hikûmetê dan. Esnafan ev pirs kirin: "Eger krîza aborî tine be gelo em çima têk diçin?" kirin û gotin, wan ti carî krîzeke wiha giran nedîtine.

'DOLAR DERFETÊN KIRÎNÊ KÊM DIKE'
 
Esnaf Azad Menekşe anî ziman ku di vê cejnê de ji ber qîmetê dolar bilind dibe kirîn çênabe û got: "Rewşa me esnafan gelekî xirab e. Bi zêdebûna buhayê dolar re hêz û derfetên kirînê laza bûne. Ji ber vê yekê karê me sekiniye. Dolar çiqas bilind dibe em esnaf jî ewqasî lawaz dibin. Di vê cejnê de kirîn û firotin tineye. Ev krîzek ewqas mezin e ku kesên xizan xîzantir dibe û yên dewlemend jî xizan dibe. Eger rojek berî rojekê çareseriyek neyê peydakirin wê mirov bi hev bikevin. Xwedê alîkariya me esnafan bike."

'KAR TINE YE, EM VALA LI DIKANÊ RÛDININ'

Esnaf Ugur Kizilbol jî da zanîn ku ji serê sibehê heta derengiya şevê bê ku tiştekî bifiroşin li dikanê rûdine û ev tişt got: "Sedema lewazbûna bazarê, zêdebûna buhayê dolar e. Sedema sereke ya zêdebûna qîmetê dolar jî polîtîkayên hikûmetê yên derve ne. Dema buhayê dolar zêde dibe, buhayê tiştên dikanê jî zêde dibe û gel jî ji vê yekê nerazî ye. Kar tine ye û heta êvarî em vala rûdinin. Sala bihurî kêm jî be me dikarîbû tiştekî bifiroşin. Lê belê îsal sûk bêdeng e û ti kes nayê sûkê. Niha em nikarin fatoreyê xwe yên dikan û malê bidin. Li gel cejna qûrbanê ye jî ti kes nayê sûkê û tiştekî nakire. Vê krîzê bandor li cejna Qurbanê jî kir."

'45 SAL IN MIN KRÎZEKE WIHA NEDÎTIYE'

Esnaf Mehmet Ozgun ku bi salan e esnaftiyê dike, anî ziman ku 45 sal in ew li Melîk Ahmetê esnaftiyê dike, lê heta niha krîzeke wiha nedîtiye. Ozgun diyar kir ku ku dema lingê mirov yê aboriyê ne saxlem be mirov ji binî ve rûdixe û got: "Yek ji xala sereke ya welatekî aborî ye. Eger aboriya welat tê biçe wê demê temenê wî welatî jî ne dirêje. Ji xwe welatê em lê ne jî artêşa bê karan e. Kar û bar tine ye, firotin û kirîn tineye. Esnaf di rojên herî zor de ne. Malbatek xwedî pênc zarok ka wê bi 50 TL çi bikire çi nekire. Encax bi 50 TL mirovek tenê rojê bê têrkirin û yên din tev birçî dimînin. Di dema pêş de wê îflasên mezin pêk bên. Li tevahiya Tirkiyeyê mirov di tunelek bê dawî de ne. Rojên pir giran li benda Tirkiyeyê ne."

'KRÎZA ABORIYÊ BANDOR LI HEMÛ ESNAFAN KIRIYE'

Îlyaz Karagoz jî diyar kir ku zêdebûna buha dolar tesîrê li wan dike û got: "Zêdetirî 5 sal in ez li Sûrê esnaftiyê dikim û îsal sala me ya herî xerab e. Vê krîzê bandorli hemû esnafan kiriye. Nediyarî hemû esnafan dixe nav fikaran. Paşeroja me ne diyar e. Em rojên zehmet derbas dikin. Tevgera bazarê lewaze û kirîn tine ye. Eger ev krîz wiha dom bike em neçar in dikana xwe bigrin û li karekî din bigerin. Ji bo krîz bi dawî bibe jî ti hêviya min tine ye."