Masiyê ku bi salan din ava axê de dijî; dîpnoî

Hinek mesî, bi awayekî heybet li nava kûrahiya behran, di nava avên bi sulfurîk asîtê de dijîn. Masiyên herî xweragir jî yek ji elementa herî pêwîst ‘avê’ pêdivî pê heye. Lê ji bo Dîpnoî bi navê xwe yê din ‘Masiyê bi kezeba reş’ ev rewş ne derbasdar e.

Dîpnoî ji ber pêşketina xwe ya gerdûnî, li gel guhikên bêhndanê, dema pêdivî dît bi heman awayî dikare nefesê jî bigire. Ji ber pêşketina lebetekî xwe, ji hewayê jî rast e rast dikare oksîjenê bigire. Ji ber vê sedemê, heta dikare bi hefteyan û bi salan ji derveyî avê jî bijî.

Dîpnoî, dema ku av bilind dibe, heman helwestên masiyên din jî pêk tîne. Lê dema bi hatina werza havînê re av zuha dibe û hemû zindî ji ber germahiyê lê nexweş dibe, Dîpnoî bi devê xwe heriyê berhev dike dest bi kolandina kunan dike. Dema ku gihişte kûrahiya dixwaze ji derveyî devê xwe hemû laşê xwe yê din ji heriyê dipêçe.

Piştî ku li kûna xwe baş bi cih bû û şûnde, derbasî nêçîrê dibe. Ji ber vê sedemê ji bo bijî, dûvikê xwe hêdî hêdî dihelîne. Ji ber kapasîteya jiyan û lihev kirinê, dibe yek ji cûreyê di bin gefê de.Ev cûre masî li Amarîkaya Başûr, Efrîqa û Avûstralyayê tê dîtin.