Mam Zekî li ser gora xwe hate bîranîn

Ji bo salvegera şahadeta endame Koordînasyona Civaka Êzîdî Şehîd Mam Zekî û Şehîd Mahîr jinên Êzîdî û malbata Mam Zekî Şengalî çûne ser goristanê find vêxistin.

2018'an 15 Tebaxê ji bo salvegera komkujiya Koço, Şehîd Mam Zekî tevlê merasîmê bûbû, di vegera merasîmê de wesayita ku Mam Zekî Şengalî tê de bûbû hedefa balafirên dewletê Tirk. Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî û hevrêyê wî Mahîr bi komployekê şehîd bûbûn. Ji bo salvegera şahadeta Mam Zekî malbat û jinên Êzîdî berê xwe dan ser goristana pakrewanan û ji bo şehiden Şengalê mûm hatin vêxistin.

Jinên Êzîdî li ser gorê ji bo Şehîd Mam Zekî hestên xwe anîn ser ziman.

Fehîme Sileyman got: “Îro salvegera şahadeta Mam Zekî ye em bejna xwe ber hemû şehîdên şoreşê ditewînin. Mam Zekî Mamê Êzîdxanê bû. Bi şahadeta Mam Zekî em gelek êşiyan. Xwedê cihê wî bike bihişt. Xwedê heqê Mam Zekî ji wan re nehêlê û dijmin bişkînê.”

Dijwar Mirad ku kurê wê jî şehîd e, got: “Îro salvegera Şahadeta Şehîd Mam Zekî û Hevrê Mahîr e, ji bo êvara xêra wan em hatine ser goristana pakrewanan. Malbata Mam Zekî jî hatiye, em ê mûman vêbixin. Em di şexsê Mam Zekî da hemû şehîdan bi bîr tinin, sersaxî ji malbatê re dixwazin. Em ji xwedê û Melekê Tawiz dixwazin cihê wan şehîdan bihişt be. Mam Zekî di civaka Êzîdî de gelek pîroz û hêja ye. Dijmin bi zanebûn êrîşî Mam Zekî kir. Bi şehîdbûna Mam Zekî dilê me pir diêşe.”

Nafiye Mêşo jî got, “Îro ji bo salvegera şahadeta Mam Zekî em hatine wê derê. Di serî de ez sersaxî ji malbata wî re dixwazim. Şehîdên 73 fermanan, hemû şehîdên azadiyê ji bo şeref û rûmeta xwe giyana xwe dane ez bi bîr tînim. Bejna xwe li ber wan ditewînim. Her wiha şehîdên Çiyayê Qendîlê jî bi bîr tînim, sersaxî ji malbata wan re jî dixwazim. Cihê wan hemûyan bihişt be serê malbata wan sax be.”