Malên dîrokî yên Qersê ji ber nêzîkatiya AKP-MHP'ê hildiweşin

Bi hezaran malên dîrokî yên Wanê ji ber polîtîkayên AKP-MHP'ê bi zanebûn tên hilweşandin. Ji van malên dîrokî tenê çend heb mane.

Li Qersê gelek şaristanî ava bûn. Herî zêde di dema Ûrartûyan de derkete pêş ku weke pêşiyê Kurdan tên naskirin. Qersa ku xwedî dîrokeke gelekî dewlemend e, şopa gelek şaristaniyan hîn lê heye. Avahî û berhemên Ûrartûyan, Medan, Ermeniyan, Rûsan û gelek şaristaniyên din lê ne. Hin ji van avahiyên dîrokî bi sedan salî ne, hinek jî bi hezaran salî. Lê tişta ku tê serê van berhemên dîrokî hemûyan, hewldana tinekirina wan e ku bi polîtîkayên dewletê bi zanebûn tê kirin. Ji ber polîtîkaya talan û hilweşandinê bi hezaran avahiyên dîrokî ji holê rabûn. Şaredariya Qersê ku bi salan e bi mejiyê AKP-MHP'ê tê birêvebirin, carna eşkere carna jî veşartî avahiyên dîrokî yên Qersê tine dikin. Tevî ewqas hewldanên hilweşandin û têkbirinê jî li vî bajarê qedîm hîn jî avahiyên dîrokî tên dîtin.

BI ŞIRÎKATIYA AKP-MHP'Ê RE MALÊN DÎROKÎ HATIN HILWEŞANDIN

Ev bajarê qedîm mixabin niha ne li asta ku hêjayî wê ye. Hema bêjin li her kolaneke Qersê malên dîrokî hene. Hinek ji wan hîn li pêş çavan e, hinek hilweşiyane, bûne xirbe. Dîroka her yekê ji wan bi sedan salî ye, lê tevî vê yekê jî kes heta niha xwedî lê derneketine. Ti ji van malên dîrokî yên li navenda bajêr in, nehatine restorekirin. Restorekirin li aliyekî, şaredariya AKP-MHP'ê ji bo şopa gelên Kurd û Ermenî û gelên din jê bibe, çi jê hatiye kiriye. Piraniya avahiyên dîrokî yên li navenda bajarê Qersê rûxiyane. Yên mayî jî beşek ji wan ji aliyê saziyên dewletê ve, hinek jî weke kargeh tên bikaranîn.

Avahiyên dîrokî yên Qersê bi giranî ji qatek, du qat û sê qatan pêk tên û bi taybetmendiyên mîmarî yên Qersê hatine çêkirin. Stûnên derve yên van avahiyan hatine neqişandin. Hundirê wan jî bi giranî korîdoreke mezin heye û ji gelek ode û salonan pêk tê.

HER DEVERA QERSÊ DÎROK E

Anî ku bi navê "1001 bajarê Dêrê" tê binavkirin, rewşa xwe ji ya avahiyên dîrokî yên li Qersê ne cudatir e. Bajarê dîrokî ku bi 48 kîlometreyan dûrî Qersê ye û li qiraxa çemê Arpaçay ê nêzî sînorê Tirkiye-Ermenîstanê ye, di serdema xanedaniya Bagratûnî ya Ermenî de navendeke girîng a hêz û çandê bû. Avahiyên Anî ku di Lîsteya Demkî ya Mîrateyên Cîhanê UNESCO de cih digire, roj bi roj ji holê radibin.