Malbat: Dewlet û patron berê karkerên Kurd didin mirinê!

Malbatên karkerên Mêrdînî yên li Sakaryayê jiyana xwe ji dest dan, bal kişandin ser zilma li karkeran tê kirin û gotin, "Rojek beriya qezayê, karkeran gotine ku traktor xerabe ye û nexwestine lê siwar bibin."

Ji karkerên ji navçeya Qoser a Mêrdînê ji bo hevdana findeqan çûn navçeya Hendek a Saskaryayê, ji ber ku traktora karker tê de bûn qelibî, 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan ku zarokek jî di nav de bû. 9 karker jî birîndar bûbûn. Cenazeyên karkeran ji bo bên veşartin şandin navçeya Qoser a Mêrdînê. 9 karkerên birîndar jî hê tên dermankirin.

Tê gotin, rewşa du ji birîndaran giran e û li servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sakaryayê tên dermankirin.

Xizmên Çîçek Çapat a 39 salî ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da û 2 karkerên di servîsa lezgîn de tên dermankirin ji ANF'ê re axivîn.

'EV YEK DAXWAZA DEWLETÊ BÛ'

Kekê Çapat Şekîp Çapat: Yek ji karkerên jiyana xwe ji dest dan, xwişka min jî hebû. Beriya niha bi 15 rojan ji bo hevdana findeqan çûbû Sakaryayê. Traktora xwediyê kar xerabe bû. Rojek berî qezayê karkeran jê re gotine ku traktor xerabe ye û ji xwedî re gotine ku ew naxwazin lê siwar bibin. Tevî ku frena wê xerabe jî bû, xwediyê kar bi hişê 'çi dibe bila bibe, ji xwe Kurd in' gotiye 'tişt nabe'. Her wiha wî bi xwe jî neajotiye, bi karkerekî daye ajotin. Qeza ji ber vê xemsariyê rû da û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî xwişka min a jiyana xwe ji dest da, pismamekî min bi birîneke giran li nexweşxaneyê ye. Doktor dibêjin, dibe ku xwîn rijiya be ser mejiyê wî. Yanî hê ne diyar e, em nizanin wê çi bibe. Ji xwe ev yek bi dilê dewletê ye. Dewlet jî Kurdan dikuje, dixwaze Kurd bimirin jî.

'RAYEDARÊN DEWLETÊ JI BO PROPAGANDAYÊ HATIN'

Dema ku vê dibêjin, bila zanibin ku ez cihêkariyê nakim. Yên ku bi vê êşa me diêşin tenê wekîl û rêveberên HDP û DBP'ê ne. Yên ku li Sakaryayê yekser bi alîkariya me ve hatin, rêveberiyên partiyê bûn. Her wiha hemû Kurdên xwedî berpirsyarî bi alîkariyê ve hatin. Yên ku bi rastî jî ji dil ve bi me re bûn parlamenter û rêveberên me yên HDP û DBP'ê bûn. Dema cenaze hatin Qoserê, belê hinek ji dewletê hatin. Lê me didît ku ji bo propagandayê hatine. 

Em ji vê derê ji hemû parêzerên bi berpirsyarî radibin dixwazim, destekê bidin me. Ji bo ev xemsarî careke din rû nede û ser vê dozê neyê nixumandin, çi ji destê me bê em ê bikin.

'JI BO LÊ BIMÎNIN, AXUR DIDAN WAN'

Dotmama Çîçek Çapat, Fîkriye Çapat: Dotmama min yek ji kesên jiyana xwe ji dest dan, bû. Dotmama min tevî 3 zarokên xwe çûbû. Eger li welatê me derfetên kar hebûya, ewqas mirov ji bo karekî bi erzanî nediçûn xerîbiyê. Xizmên min ji ber xizaniyê çûn wê derê. Ji vir çûn heta wê derê ji bo kar, lê li wir axur didan wan ji bo lê bimînin. Mirovên me jî ev qebûl nekirine. Di nava zor û zehmetiyeke gelekî giran de tevahiya rojê dixebitîn, êvarê jî cihekî ku lê bimînin û bêhnê vedin tine bû. Derfetên xweşuştinê jî nedidan wan. Eger derfetên kar li vir hebûna, em Kurd di bin zor û zilma Tirkan de nedixebitîn.

'EM JI GEL Û LÎDERÊ XWE BI HÊVÎ NE'

Dayik Sûltan Çapat: Ez dayika Çîçek Çapat im. Keça min jiyana xwe ji dest da, du neviyên min jî li nexweşxaneyê di servîsa lezgîn de ne. Rewşa aborî ya keça min û zarokên wê zêde ne baş bû. Ji neçarî çûn li wir bixebitin. Halê me Kurdan ev e, di nava zilm û zordariyê de ne. Ji bo careke din tiştekî wiha nebe, em dixwazin bi nasname, ziman û lîderê xwe bijîn. Em dixwazin êdî dewleta me hebe. Em dixwazin êdî ji bin zext û zilmê derkevin. Em dixwazin êdî her tiştên me yên me bi xwe bin.

Eger axa van zarokên me hebûya, eger welatê me hebûya, gelo wê ev mirov biçûna cihekî ku mîna dijminan lê dinerin? Ji xwe ji bo em hemû jiyana xwe ji dest bidin, bi rengekî dijminane nêzî me dibin. Em jî ji ber xizaniyê neçar dimînin biçin cihên bi vî rengî û bixebitin. Em ji hemû mezinên xwe, wekîlên xwe, gelê Kurd û lîderê xwe bi hêvî ne. Eger dewleta me hebûya, halê me wê ne ev bûya."

Li gorî daneyên Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiyê Karkeran (ÎSÎG), di 7 mehên destpêkê yên ala 2017'an de herî kêm 190 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan.