Berdevkê YPG’ê Nûrî Mahmût ji ANF’ê re axivî û diyarkir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina EfrÎnê îro komek ji artêşa Sûriyeyê derbasî xaka Efrînê bûn.
Mahmût diyarkir ku xaka Sûriyeyê tê dagirkirin û wiha got; “Artêşa Sûriyeyê di vê mijarê de ji aliyê dewletên cîhanê ve tê mûhatap girtin. Ji ber wê sedemê destpêkê parastina xaka Sûriyeyê erka wane. Pirsgirêka Sûriyeyê piştî ku yekîtî hate avakirin û şunde wê were gotûbêj kirin. Niha tenê li dijî dagirkeriyê pêwîste parastina hevpar were kirin. Ev jî erka me û artêşa Sûriyeyê ye.
Li ser vî bingehî di rojên derbasbûyî de me bangek kirîbû. Îro komeke girêdayî artêşa Sûriyeyê li dijî dagirkeriya dewlat Tirk ji bo parastina sînorên Sûriyeyê derabsî xaka Efrînê bû. Dema ku hêz derbasî xaka Efrînê bû artêşa Tirk a dagirker êrîş kir û di encamê de 2 leşker şehîd bûn.”