MŞD'ê Cejna Êzî pîroz kir

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Cejna Êzî li civaka Êzidî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû mirovahiyê pîroz kir û got, "Heviya me ew e ku em cejnê xwe ji niha û pê ve li ser axa dê û bavan pîroz bikin."

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Êzî li civaka Êzidî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Di daxuyaniya MŞD'ê de komkujiyên heta niha li civaka Êzidî hatine kirin hat bibîrxistin û hat gotin, ku ji ber koçberiya civaka Êzidî li çar aliyên cîhanê, cejn li derveyî welat tê pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya xwerêxistinbûnê ya civaka Êzidî hate kirin û hat destnîşankirin ku ji ber nebûna rêxistinbûnê, civaka Êzidî heta niha berdêlên gelekî giran daye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Dema mirov li rewşa civaka Êzidî ya berî û piştî fermana 2014'an dinerin, mîna şev û rojê cudahî tê dîtin. Ji ber ku civaka Êzidî piştî fermana 2014'an xwe li ser îdeolojiya Birêz Abdullah Ocalan bi rêxistin kir û hêza xweparastinê YJŞ û YBŞ ava kir."

MŞD'ê diyar kir ku DAÎŞ projeyeke desthilatdariyê ye got, "DAÎŞ wê biqede, lê belê planên dijmin û desthilatdairyê wê neqedin."

MŞD'ê destnîşan kir ku ji bo bersiv ji dijmin re bê dayin û pêşî li fermanan bê girtin, divê ew rêxistiniya xwe xurt bikin, tevgera xwe berfireh bikin û li ser paradîgmaya demokrasiya konfederal tevbigerin.

MŞD'ê ragihand ku rizgariya civaka Êzidî di vir de ye û got, "Ji bo Êzîdxaneke azad, ji bo jiyaneke azad pêwîste em di nava berxwedana Şengalê de cih bigirin û xwedî li hêzên xwe YJŞ û YBŞ'ê derkevin. Divê em Xweseriya Demokratîk a Şengalê geş bikin.

Bi vê munasebetê, em Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat careke din Cejna Êzî li civaka xwe pîroz dikin. Cejna din wê bibe azaiya Rêber Apo, azadiya Êzîdxanê û hemû parçeyên Kurdistanê."