MŞD’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat Cejna Çarşema Sor li hemû Êzidiyên li her çar aliyên cîhanê pîroz kir û bang kir ku bila gelê Êzidî tifaqa xurt bikin û xwedî li Şengalê derkevin.

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Çarşema Sor li hemû Êzidiyên li her çar aliyên cîhanê û li hemû mirovayetiyê pîroz kir û bang kir ku bila gelê Êzidî tifaqa xurt bikin û xwedî li Şengalê derkevin.

Di daxuyaniya MŞD’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Sibê Cejna Çarşema Nîsanê ye. Çarşema Nîsanê ji bo civaka Êzidî tê wateya afirandina cîhanê, jiyanê, mirovayetiyê û xwezayê. Em Cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurdistanê û li hemû mirovayetiyê pîroz dikin.

Cejna Çarşema Sor di sê salên dawîn de bi xemgînî tê pîrozkirin. Ji ber ku birînên kûr ên li ser Şengalê hê rihet nebûye û li ser Şengalê, gelê Kurd û Kurdistanê xetere hene.

Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê derbeyeke mezin li Êzidiyên li Efrînê xist. Li vê derê gund û mal hatin talankirin û li ser Êzidiyan zext tê kirin ku bibin misilman. Tişta ku DAÎŞ’ê li Şengalê kir, heman tişt li Efrînê jî tê kirin, ji ber ku feraseta DAÎŞ û ya dewleta Tirk heman feraset e.

Ji bo ku em karibin birînên xwe pak bikin û Cejna Çarşema Sor bi coşeke mezin pîroz bikin, pêwist e em bibin yek û tifaqa di navbera xwe de çêbikin. Divê em xwedî li Êzidxane, Şengal, YBŞ û YJŞ’ê derkevin.

Bi vê wesîleyê em Cejna Çarşema Sor li hemû Êzidiyên li cîhanê û yên li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin û bang dikin ku bila civaka Êzidî tifaqa xwe xurt bikin û xwedî li Şengala pîroz derkevin. Bila sala 2018’an Cejna Tawisî Melek bibe tifaq û yekîtiya Êzidiyan û bibe wesîleya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê.”