Lîga Kobanê li dijî fûtbola endustriyel e

Li Kobanê fûtbola aştiyane û kolektîf bi pêş ve diçe. Endamên federasyonê dibêjin, “Em sermaye û fûtbola endustriyel ji xwe re nakin esas. Armanca me dostanî, spor, terbiyekirina bedenê û civakîbûn e.”

Li Bakurê Sûriyeyê qadên ku ji DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin, bajarên Minbîc, Tebqa û Reqa jî ew ê tûrnûwayên xwe yên fûtbolê li dar bixin û li gorî encamên lîgê ew ê lîgeke hevpar amade bikin. Hemwelatiyên van bajaran hewl didin bi çalakiyên civakî ji bin bandora hovîtiya DAÎŞ’ê derkevin. Yek ji van çalakiyên civakî jî spor û parçeyekî vê çalakiyê fûtbol e.

LI KOBANÊ LÎG, LI MINBÎC, REQA Û TEBQAYÊ JÎ TÛRNÛWA

Li Kobanê ji aliyê Federasyona Fûtbolê ya ku girêdayî Konseya Sporê ya Kobanê ye, bi 13 tîman 2 hefte ye lîga fûtbolê hatiye destpêkirin. Heta niha 6 maç hatine kirin û lîg ew ê 6 mehan bidome. Hemû tîm ew ê bi hev re maçê bikin. Di dawiya lîgê de 4 tîmên serkeftî wê bi tîmên di tûrnûwaya Tabqa, Reqa û Minbîcê lîgeke cihê ava bikin.

‘EM Ê BI AWAYEKÎ AŞTIYANE Û KOLEKTÎF BI PÊŞ VE BIBIN’

Têkildarî lîgên fûtbolê yên li Kobanê em bi Endamê Federasyona Fûtbolê ya Kobanê Mûstafa Mudur Alî û bi avakarê Kluba Fûtbolê ya Partîzan û werzîşvan Rûhat Amed re axivîn.

Mûstafa Mudur Alî diyar kir ku gelê Kobanê eleqeya wê ji sporê re heye û got, “Li vê derê federasyona me heye û 8 kesan pêk tê. Armanca me ev e ku em çalakiyên sporê yên li vê derê geştir û xurttir bikin.

Fûtbol jî sporeke kolektîf e. Eleqeya ciwanên me ji fûtbolê re heye. Em ne bi awayê holîgan û nijadperestî, em dixwazin bi awayê kolektîf û aştiyane fûtbolê derxînin pêş. Li vê derê zemîna vî tiştî heye. Ji ber ku li vê derê rêveberî û pergala jiyanê xwe dispêre neteweya demokratîk û kolektîvîzmê.”

‘EW Ê BIBE PARÇEYEKÎ TENDIRUSTIYA CIVAKÎ’

Alî diyar kir ku divê di Şoreşa Rojava de spor jî girîngiya xwe bi dest bixe û got, “Beriya şer jî li vê derê çalakiyên me yên sporê hebûn. Şoreşek pêk hat û divê parçeyekî vê şoreşê jî spor be. Têra xwe qadên me yên sporê tune û qadên me ne bi giha ne. Lê hêdî hêdî em ê bi pêş ve biçin. Niha bi sedan zarok û ciwan bi sporê re eleqedar dibin. Em ê sporê bikin parçeyekî tendirustiya civakî.”

‘BINGEHA LÎGÊ SALA BORÎ HATE DANÎN’

Alî diyar kir ku sala borî bingeha tîmên fûtbolê hate danîn û got, “Sala borî cara pêşîn lîgek hatibû avakirin lê ew amator bû. Di lîga sala borî de Eyn Îsa, Sîrîn û Kobanê hebû. 16 tîman li vê derê 4 maç kirin. Eyn Îsa sala borî bû şampiyon. Îsal lîga me berfireh e û bi rêkûpêk e. Îsal serlêdanên lîsansê yên tîmên fûtbolê hate stendin û di vê çarçoveyê de em rûhsat da tîman.”

‘EM MAÇÊN XWE WEKÎ PERWERDEHIYEKE EXLAQÎ PÊK TÎNIN’

Avakarê Tîma Fûtbolê ya Partîzan û werzîşvan Rohat Amed jî diyar kir ku heke bi feraseteke rast li ser fûtbolê were sekinandin, roleke wê ya hevgirtinê heye û got, “Li Sûriye û Rojava ya ku hovîtiya DAÎŞ’ê dîtiye û di nava şer de ye, rola fûtbolê bêtir yekîtiyê pêk tîne.

Di heman demê de em wekî tîmên din em antreman û maçên xwe wekî perwerdehiyeke exlaqî û civakî dinirxînin. Fûtbol organîzebûn û kolektîfbûnê ferz dike. Di heman demê de divê mirov di çarçoveya hurmet û dostaniyê nêzî tîmên hember bibe da ku ev tişt bibe spor.”

‘EM FÛTBOLA ENDUSTRIYEL Û SERMAYEYÊ JI XWE RE NAKIN ESAS’

Rohat Amed diyar dike ku li Rojava û Sûriyeyê 7 sal in şer û siyaset rojeva sereke ye û got, “Me jî tîmên xwe yên fûtbolê ava kir û me xwest çalakiyên me yên civakî jî xurt be. Min û hevalên xwe jî me Tîma Partîzanê ava kir. Di kluba me ya fûtbolê de bêtir hevalên di nav YPG’ê de hene. Tu nêteke me tuneye ku em ji fûtbolê pereyan kar bikin. Em fûtbola endustriyel û sermayayê ji xwe re nakin esas. Armanca me dostanî, spor, terbiyekirina bedenê û civakîbûn e. Tîmên me yên mezin, ciwan û zarokan heye.”

‘DIVÊ LÎGA SÛRIYEYA BAKUR JÎ HEBE’

Rohat Amed diyar kir ku lîg 2 hefte ye bi awayekî xweş didome. Amed got ku, “Destpêkirina lîgê em hemû xistin nav heyecanê. Hemû maçên heta îro li gorî dostanî, aştî û exlaqê me yê civakî pêk hat. Li Kobanê tîma jinan jî heye. Her klub tîmên wan ên ciwan û zarokan heye. Bi giştî hedefa me ev e ku Lîgeke Bakurê Sûriyeyê jî hebe. Em dixwazin konseyên sporên yên hemû qadên Bakurê Sûriyeyê di vî warî de bixebitin.”

ENCAMÊN HEFTEYA PÊŞÎN

Li Lîga Fûtbolê ya Kobanê encamên hefteya pêşîn wisa ye

Tîm Pûan

Nesrîn 3

Firat 3

Karker 3

K.P.C 1

Meyselûn 1

Tişrîn 1

Yesar 1

Xizêne 1

Al Ahlî 1

Berxwedan 0

Partîzan 0

Kaniya Kurda 0

Al Wahde 0