Li Yemenê 5 milyon zarok li ber talokeya birçîbûnê ne

Rêxistina Sivîl a Ingilîz Save the Chîldren ku mafê zarokan diparêze got li Yemenê 5 milyon zarok li ber talokeya birçîbûnê ne.

Save the Chîldren di raporê de got li Yemenê birçîbûneke wiha heye ku beriya niha mînakên wê nehatine dîtin. Li gorî NY'yê krîza herî mezin a cîhanê li vî welatî ye.

Midûrê Save the Chîldren Helle Thornîn-Schmîdt, ''Li bakurê Yemenê li nexweşxaneyeke perwerdehiyê, demak u min serdana wan kirî, zarok bi qasî ku nikaribin bigirîn li xwe şikandibûn, ji birçîbûnê hal di laşê wan de nemabûn''.

Li gorî Fona Zarokan UNÎCEF'ê di şerê Yemenê de 2 hezar û 200 zarok hatine kuştin.

Duşemê ji bo bajarê stratejîk ê welêt Hudeydeyê bistîne  hêzên hikûmetê yên bi desteka koalîasona Ereb a bi pêşengiya Siûdî dîsa operasyon da destpêkirin. Ji bo ku alîkariya însanî di ser vî bajarî re dibe û her wiha îthalat jî wiha, girîng e. Operasyon dibe asteng ku alîkariya mirovî derbas bibe.