Li Xezzayê 3 xwepêşander hatin qetilkirin

Leşkerên Îsraîlê gule li xwepêşanderên Xezzayê barand û zarokekî 12 salî û du ciwanên 20 salî qetil kir.

Gelê Filîstînê roja Înê li Xezzayê xwepêşandana bi navê ‘Meşa Vegerê’ li dar xistin. Artêşa Îsraîlê gule li xwepêşanderan reşand.

Ji ber êrîşê 3 kes hatin qetilkirin. 10 jê jin, 30 zarok û bi giştî 376 kes birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku xebatkarên tendirustiyê û rojnameger jî birîndar bûne.

Ji 30’ê Adarê û heta niha di xwepêşandanên ‘Meşa Vegerê’ de ya ku heta niha 220 kesên ji Filîstînê ji aliyê hêzên Îsraîlê hatine qetilkirin û 22 hezarî  zêdetir Filîstînî jî birîndar bûne.