Li Xakurkê di şer de gelek leşker hatin kuştin

Hate ragihandin, li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê di şerê 18 û 19'ê Tîrmehê de herî kêm 10 leşker di şer de hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, di 18 û 19'ê Tîrmehê de dema ku artêşa Tirk a dagirker hewl dida leşkeran deyne ser girê Helîkopter ê li Xakurkê, gerîlayên HPG û YJA Starê çalakî kirin. Di çalakiyê de şer derket.

Li girê Şehîd Bêrîtan jî şer derket.

Li gorî agahiyan, di şer de herî kêm 10 leşker hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyê û şer de hîn daxuyaniyek neweşandiye.