Li Wanê zilma bi qutkirina elektrîkê

Li Wanê ji ber ku elektrîk pir qut dibe, dibe sedem ku tiştên elektronîk bişewitin û esnaf bixisire. Esnafên Wanê dibêjin, "ê ku zirarê dide dewlet e, ji bo ku zêdetir pere ji ser milê me rake berdêla nizanim çi û çi li fatoreyê zêde dike."

Li Wanê serê kêliyekê elektrîk qut dibe û esnaf ji vê rewşê pir tengezar dibin. Ji ber ku elektrîk tim qut dibe esnaf nema karin bixebitin, her wiha gelek tiştên bi elektrîkê dixebitin, ji ber qutbûna elektrîkê dişewitin.

Firat Aslan ku li bajêr esnafiyê dike dibêje hema hema her roj elektrîk qut dibin, ji ber vê jî nema dikarin karê xwe bikin. Aslan dibêje di vê mewsîmê de ku dinya pir germ e, ji ber sedema qutbûna elektrîkê sarincokên wan xira dibin û wan davêjin ser sergoyan.
 
'KAR HATIYE BER REWŞA SEKINANDINÊ'

Aslan diyar dike, ji ber qutbûna elektrîkê 3 sarincokên wî şewitîne. Aslan tîne ziman, carna bi saetan elektrîk nayê û dibêje: "Em li vir pastaxaneyê dixebitînin. Hemû berhemên wan di van sarincokan de ne. Ango hemû karê min bi elektrîkê ye, ji ber qutbûna elektrîkê nanpêja min a bi hezaran lîreyî şewitî. Her wiha berhemên ku çêdikim jî li vir difiroşim. Dema ku elektrîk qut dibe ji xwe nikarim tiştekî bikim."

Aslan bi domdarî diyar dike ku ji ber van sedeman ew pir dixisre, şîrketa elektrîkê ku xizmeta hewce nade wan her meh pereyekî zêde bi fatoreyan li ser milê wan radike. Ji ber sedema krîza aaborî jixwe ew tengezar bûn û bi qutbûna elektrîkê êdî karê wan hatiye ber rewşa sekinandinê.

'KÎ WÊ ZIRARA ME BIDE'

Esnafê bi navê Suleyman Sevînç jî ku tiştên elektronîk difiroşe tîne ziman, ku ji ber sedema qutbûna elektrîkê gelek tiştên wan şewitîne û ji vê pir ziyan gihaştiye wan. Aslan wiha dibêje: "Ê ku ziyanê dide me dewlet e, ji bo ku zêdetir pere ji ser milê me rake berdêla nizanim çi û nizanim çi davêje ser fatoreyê. Ji ber krîza aborî rewşa min ne baş e. Carinan sîftehê jî nakim. Dema ku elektrîk qut dibe zirara m edu caran zêdetir dibe. Kî wê zirara me bide?"

'EM NIKARIN KIRÊ Û MEAŞAN BIDIN'

Kuaforê bi navê Erkan Aşan jî radigihîne, ku di vê demê de ku sezona dawetan e ji ber sedema qutbûna elektrîkê ew pir dixisirisin û dibêje: "Hemû karê me li ser elektîrîkê ye. Ji ber sedema daweyan rojên şemî û yekşeman karê me zêde ye. Ji ber ku dawet piranî van rojan têne kirin. Hemû tişta ku tê destê me jî van rojan tê destê me. Elektrîk jî bi piranî şemî û yekşeman qut dibe. Ji bo vê jî em nema dikarin bixebitin û pir dixisirin. Her wiha em ne dikarin kar bikin, ne kirêya xwe û ne jî heqdesta xebatkaran bidin."