Li Wanê parsekî li jin û zarokan tê ferzkirin

Li Wanê, di dema dawî de hejmara mirovên li nava kolanan destê xwe vedikin, zêde bûye. Zext û zordariya destvekirinê bi taybetî li jin û zarokan tê kirin. Ev yek dibe sedema nerazîbûnan.

Bi mehên havînê re hema bêjin li hemû kolanên Wanê mirov li mirovên ku destê xwe vedikin rast tên. Biyaniyên ji Îran, Sûriye, Iraq, Afganîstan, gelek welatên din û bi sedan mirovên ji bajarên cuda hatine li vir destê xwe vedikin, li hemû kolanên Wanê tên dîtin. Parsek ji bo pereyan ji welatiyan bigirin, bi taybetî jin û zarokan bi kar tînin.

Hejmara jin û zarokên bi vê armancê tên bikaranîn roj bi roj zêde dibe. Ev yek jî dibe sedema nerazîbûnan.

HEJLMARA PARSEKÊN HATINE WANÊ GELEKÎ ZÊDE BÛYE

Piraniya mirovên li Wanê destê xwe vedikin, mirovên ji Sûriye, Afganîstan û Îranê hatine. Mêr, danê sibehê bi wesayitan jin û zarokên ku parsekiyê li ser wan ferz dikin, datînin hin cihên diyarkirî. Ev jin û zarok heta êvarê destê xwe li ber mirovan vedikin û danê êvarê jî ji aliyê van wesayitan ve tên birin. Welatî nerazîbûnê nîşan didin ku parsekî li jin û zarokan tê ferzkirin û dibêjin, rayedar li pêşberî vê rewşê bêdeng in.

Welatiyê bi navê Ayhan Demîr nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û anî ziman, hejmara mirovên destê xwe vedikin, roj bi roj zêde dibe.

Demîr got, "Li kêleka her rê û li her kolanê, mirov li jin û zarokên destê xwe vedikin rast tên. Di nava vê germa havînê de heta êvarê destê xwe vedikin. Hin jin bi dergûş in. Her wiha zarokên ji 5 heta 15 salî bi tena serê xwe li cihên ku trafîk lê gelekî zêde ye destê xwe vedikin û dibin sedem ku qeza rû bidin. Ev mirovên navborî her roj li heman cihî tên dîtin. Kesên ku parsekiyê bi van mirovan didin kirin, ev yek ji xwe re kirine sektorek."

'LI WANÊ, HIN KESAN EV YEK KIRINE SEKTOR'

Welatiyê bi navê Ahmet Altûner jî destnîşan kir, ku çeteyek li Wanê heye ku parsekiyê li jin û zarokan ferz dike. Altûner anî ziman, dema ku jin û zarok destê xwe vedikin, ev çete ji dûr ve wan dişopîne. Altûner diyar kir, dema hin welatî hişyariyê dide kesên destê xwe vedikin, ev çete yekser derdikevin holê, gefê li welatiyan dixwin û got, "Mîna ku li Wanê hin kesan ev kirine sektor. Berê li Wanê ewqas mirovên destê xwe vedikin tine bû. Lê belê niha li her kolanê, li her xaçerêyê, li ber her nîşaneyên trafîkê jin û zarokên destê xwe vedikin, tên dîtin. Ev çete ewqasî hov bûne, ku jinên bi dergûş in heta êvarê parsekiyê bi wan didin kirin. Tiştekî rasthatî nîne ku di dema dawî de ewqasî zêde bûye. Hin kes bi parsekiya van mirovan pereyan qezenç dikin. Dewleta ku baş bi vê rewşê dizane, li pêşberî vê yekê bêdeng e."