Li Wanê tenê hostayekî kûzkeriyê maye

Li Wanê ku nêzî 50 kargehên kûzkeriyê hene, niha tenê kargehek a kûzkeriyê maye. Mîrasê Urartuyan, vî pîşeyî niha tenê Osman Eşme yê ku ji Gundê Bardakçî yê Wanê ye didomîne.

Li Wanê ku demekê çavkaniya debarê a hezaran kesî pîşeyê kûzkeriyê bû niha demên xwe yê dawî dijî. Karê kûzkeriyê ku ji Urartûyan kheta roja me ya îro ji bav derbasî kur dibû êdî tine dibe. Li Wanê ku beriya niha 50 kargehên kûzkeriyê hebûn, di roja me ya îro de tenê kargehek maye.

Pîşeyê kûzkeriyê ku Urartûyan weke mîras hiştibûn, Osman Eşme yê ku ji Gundê Bardakçi yê Wanê ye vî pîşeyî didomîne. Eşme diyar kir ku ev pîşe ji bavê xwe fêr bûye. Û ji bo ku ev pîşe tine nebê wê ferî zarokên xwe jî bike.

DIGIHE URARTÛYAN

Eşme diyar kir ku madeya xam a kûzkeriyê li Wanê tê dîtin û bi bîrxist ku pîşeyê kûzkeriyê cara yekem li nav Urartûyan diyar bûye. Eşme ragihand ku bi hezaran salan ev pîşe hebû lê niha ji berbi tûnebûnê ve diçe , bi vê xemgîn dibe û  wiha dibêje:  "axa ku ez tînim, destpêkê  distirim. Piştî strandinê demekî bi avê li hev dixim. Heriya ku ez çêdikim 3 rojan li derve dimîne. Madeya destpêkê ya kûzkeriyê kîl e. Rengê vê axê kesk e, piştî ku dipije rengê wê sor dibe. Ev ax beriya niha bi 3 hezar û 500 salan Urartûyan dît. Kîjan ax bi kêrî çi tê wan beriya hezaran sal beriya me dîtine."

 

BI NÎGARÊN DÎROKÎ TÊ XEMILANDIN

Eşme diyar kir ku ji bapirê xwe çarx dewr girtiye û wiha got; "Nîgarên ku ez li kûzkan çêdikim, nîgarên dîrokî ne. Bi nîgaran ez ji kesên 80-90 salî yên gundiyên xwe hîn dibim ku berê wan jî ev kar kirine. Kûzên ku ez çêdikim li gorî mezinahî û şêweyê bikaranînê têne guhertin. Kûzên ku bi heriyê têne çêkirin baştir in. Piştî ku plastîk derketîn nexweşî derketin. Di plastîkan de kanserojen tê dîtin, lê di kûzan de ku madeya wê sereke ax e ev tişt nîn e.’’

JI BO VÎ KARÎ HOSTAYÎ PÊWÎSTE

Eşme ragihand ku kûzan di 950 dereceyan de dipijîne û bi berdewamî wiha got; "Di axa kesk de ji ber ku rêjeya hêsin kêm e ez di 650 dereceyan de dipîjînim, ger ku germahî bigihije hezar û 50 yê wê demê kûz dihelin. Kûzên ku ez çêdikim di destpêkê de, di firinê de dipijînim. Piştre ji bo ku saxlem be 3 rojan di firinê de dimîne. Ji bo vê çendê pêwîste germahî baş were hesabkirin. Kesekî ku ne usta be nikare çêbike û gelek zehmet e. Berî ez bibim hosta min bi sedan kûz ji ber germahiya zêde min helandin. Berê  her hostayek xetekî wî hebû. Ev xet îmzeya hostayan bû. Piştî min wê zarokên min berdewam bikin. Pîşeyê ku ez dikim keda destan e û bi tendirûst e. Mirov şûna plastîkan bila vî karî tercîh bikin.’’