Li Wanê sobeyên sacî radibin

Li Wanê pîşeyê çêkirina sobeyên sacî ji ber sobeyên bi elekrîkê û gaza sirûştî radibe.

Sobeyên sacî ku demekê li hemû malên Kurdan hebûn êdî radibin. Bi taybetî piştî sobeyên bi elektrîkê û gaza sirûştî sobeyên sacî êdî giringiya xwe namînin, li sûka sobeyan a Wanê jî kes nema li wan dinere. Tenê mirovên li gundan dijîn têne cem esnafên ku sobeyên sacî difiroşin.

‘WEKE GELEK PÎŞEYAN TÊ JIBÎRKIRIN’

Xwediyê Nur-Îş Sobeyê Nîhat Atacan diyar kir ku pîşeyê çêkirina sobeyên sacî êdî tê jibîrkirin û diyar kir ku bi taybetî bikaranîna gaza sirûştî rê li ber vê rewşê vekiriye. Atacan got, ‘’ez 30 sal in di sektora sobeyên sacî de dixebitim. Berê ji bo ku sobeyên sacî bikirin welatî diketin dorê. Bi taybetî welatiyên ku ji gundan dihatin ji bo ku sobeyekê ji xwe re bikirin şevekê li Wanê diman. Sibehê zû dihatin, sobeyên ku ji îmaletê derdiketin dikirîn û diçûn. Hostayê min wiha ji min re digot. Niha jî em li bendê ne ku kirîdar werin.’’

Atacan diyar kir, ji ber sedema ku pîşeyê wan dimire berê zarokên xwe dide pîşeyên dî û got, ‘’Ji bo ku ti siberoja pîşeyê me nemaye ez naxwazim kurê min li cem min bixebite. Ez berê wî didime pîşeyeke din.’’