Li Tirkiyeyê penaber tên îstîsmarkirin

Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê têkildarî Roja Penaberan a Cîhanê daxuyanî da û bal kişand ser êrîş û îstîsmara zayendî ya li kampên Tirkiyeyê. ÎHD’ê bal kişand ser penaber û koçberên ku ji ber êrîşên dagirkeri yên li Kurdistanê warên xwe terikandine.

Şaxa li Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

RÊJEYA PENABERAN GELEKÎ ZÊDE BÛYE

Di daxuyaniyê de hate gotinku, “Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya di sala 1996’an de kesên koçber hejmara wan 37.3 milyon e lê di rapora Meylên Kurewî ya sala 2017’an de jî ev hejmar dibe 68 milyon û nîv. 25,4 milyon kes penaber in û 43,1 milyon kes jî di nava welat de ji warên xwe bûne. 52 ji sedî vê hejmarê jî zarokên biniya 18 salî ne. 178 hezar û 800 zarok jî ji malbatên xwe cihê ne. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî di sala 2018’an de li Tirkiyeyê 3,9 milyon penaber hene.

‘PIŞTÎ EFRÎNÊ SIVÎL JI BAJÊR DERKETIN’

Di Çileya 2018’an de Tirkiyeyê êrîşî Efrînê kir û nêzî 150 hezar sivîlan ji neçarî bajar terikandin û berê xwe dan herêmên din ên Sûriyeyê.”

Di raporê de hate diyarkirin ku di warên bicihbûn, xebat, tendirustî, perwerdehî, hiqûq û çandî de gelek kêşeyên penaberan hene. Di raporê de bal hate kişandin ku li ser zarok û jinan îstîsmara zayendî tê kirin.

REWŞA MALBATÊN KURD

Di raporê de hate diyarkirin ku ji ber ‘qedexeyên derketina derve’ yên di 16’ê Tebaxa 2015’an de li Sûr, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Geverê hate despêkirin û ji ber operasyonên leşkerî bi deh hezaran mal û xanî û kargeh hatin hilweşandin û herî kêm 500 hezar mirov bêmal mane.