Li Tirkiyeyê birçîbûn û hejarî zêdetir bû!

Li Tirkiyeyê sînorê birçîbûn û hejariyê vê mehê jî zêde bû. Sînorê birçîbûnê bû hezar 714 TL, yê hejariyê jî bû 5 hezar û 584 TL.

Turk-Îş’ê daneyên sînorê birçîbûn û hejariyê yên Hezîrana 2018’an eşkere kir. Li gorî vî tiştî, malbateke ku ji çar kesan pêk tê, ji bo ku baş têr bibe (sînorê birçîbûnê) divê mehane hezar û 714 TL’yan bide mesrefên xurek, xwarin û vexwarinê.

Tevî mesrefên xwarinê, mesrefên mehane yên cil û berg, lêçûnên malê (kirê, elektrîk, av, sotemenî), veguheztin, perwerdehî, tendirustiyê (sînorê hejariyê) jî dikin 5 hezar û 584 TL. Kesên azib ên ku tena serê xwe dijîn jî mesrefa wan a mehane 2 hezar û 121 TL ye.

Sînorê birçîbûnê di meha Gulanê de hezar û 686 TL, yê hejariyê jî 5 hezar û 492 TL bû.