Li Sydneyê ji bo Heskîfê çalakiyek hate kirin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Sydney ê Evûstralya hatin ba hev, ji bo Heskîf a li ber tinebûnê ye çalakiyek kirin.

Bi pêşengtiya Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Evûstralyayê (NCKE) ji bo Heskîfê li qada Town Hallê çalakiyek bi find hate kirin.

Hevserokê NCKDE Îsmet Taştan axivî û diyar kir ku dewleta Tirk dixwazin xweza û çanda Kurd tine bikin. Taştan anî ziman ku Heskîf a xwedî dîrokeke 12 hezar salî û gelek çand li xwe girtiye li ber tinebûnê ye û got: “Bi kêmanî hê 300 gir nehatine kolan di bin gefa tinebûnê de ne.”

Edîtora Sosyal Allîance û rojnameya Grenn Left Weekly Peter Boyle diyar kir ku divê Ûnesco, hikûmeta Evûstralya û saziyên navneteweyî li hemberî tinekirina Heskîfê bêdeng nemînin.