Li Swîsreyê li dijî nîjadperestiyê tûrnûvaya futbolê

Bi pêşengiya saziyên enternasyonalîst û antî-faşîst ên Swîsreyî li dijî nîjadperestiyê tûrnûvayeke futbolê pêk hat.

Tûrnûvaya futbolê ku her sal bi rengekî kevneşop pêk tê, îsal cara panzdehmîn bi dirûşma 'Li dijî nîjadperestiyê em yek in û em xurt in' pêk hat. Nêzî 600 ciwanên ji kantonên cuda yên Swîsreyê li Solothûrnê li hev civiyan û li dijî nîjadperestiyê û futbolê endustriyî tûrnûvaya futbolê ya alternatîf pêk anîn.

Di tûrnûvayê de 80 tîm têkoşiyan. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî bi reng û tîmên xwe tevlî tûrnûvayê bûn. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi tîma Şehîd Sara Dorşîn xwe gihandin heta fînala çaryekê ya tûrnûvayê.

Ciwanan di tûrnûvayê de bi stand û pankartan bal kişandin ser Şoreşa Rojava û komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê.

Jin ên ciwan jî bi tîmên xwe beşdarî tûrnûvayê bûn.

Di tûrnûvayê de tim û tim peyamên li dijî faşîzm û nîjadperestiyê hatin ragihandin.