Li Swîsreyê bi sed hezaran kes li dijî germa global daketin qadan

Di çarçoveya Greva Avhewayê ya Global li Bernê ya ku paytexta Swîsreyê ye, bi sed hezaran kes daketin qadan û bal kişandin ser germa global.

Bi sed hezaran kes bal kişandin ser germa global û li navenda bajêr bi qasî 2 saetan meşiyan. Piştî meşê gihiştin pêşiya Parlementoya Federal.

Di axaftinê de hate diyarkirin ku divê kêşeya avhewayê têkeve rojeva meclîsê.

Bi pêşengiya kolektîfên xwendekaran wê di 29’ê Mijdarê de li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê jî çalakiya Greva Avhewayê ya Global were lidarxistin.