Li Swêdê zarokên penaber ketin çalakiya rûniştinê

Li Swêdê nêzî 200 zarokên Efgan ên ku bi serê xwe hatine Swêdê û xwe li Swêdê girtine, çalakiya xwe ya rûniştinê ya ku roja Yekşemê li paytext  Stockholmê dane destpêkirin didomînin.

Zarok dixwazin biryara dersînorkirinê ya Daîreya Koçberan were betalkirin û midûrê saziyê Mîkael Rîbbenverk were cihê çalakiyê û bi wan re hevdîtinê bike.

Zarokên ku daxwaza wan a bicihbûnê nehatî qebûlkirin û ji hêla rêxistina bi navê ‘Swêda Ciwan’ ve hatin rêxistin û tevlî çalakiyê bûne biryara Daîreya Koçberan ku Efganîstanê weke welatê ewle dibîne û li ser wan biryara dersînorkirinê dide û her wiha hişyariya Wezareya Karê Derve ya Swêde ku dide welatiyên xwe ku neçine Efganîstanê weke dirûtiyê dinirxînin.

LI DIJÎ ZAROKÊN ÇALAKGER ÊRÎŞA NÎJATPERESTÎ

Şevê dî komeke nîjatperest û Nazî êrîş bire ser zarokên çalakger, ku li Meydana Mynttorgetê, li ber avaniya Parlamentoyê çalakiya xwe didomînin. 

Saet 20.00’an komeke Nazî ya bi navê Ciwanên Bakur bombeyên mijê û şûşe bi ser zarokan de avêtin. Di êrîşê de 3 zarok bi sivîkî birîndar bûn. Di dema êrîşê de Naziyan gotin, ‘Go home’.

CIHÊ ÇALAKIYÊ HATE GUHARTIN

Piştî êrîşa nîjatperest bi sedan kes hatin cihê çalakiyê û diyar kirin ku ew li pişt zarokên penaber dibînin. Piştî êrîşê rayedarên Midûriyeta Emniyetê ya Stockholmê bi sedema ewlehiyê diyar kirin ku wan cihê çalakiyê birine Meydana Medborgarplatsenê ya nêzî navenda bajêr.

Beşîr û Salîha Hosseînî bi zarokê xwe yê 6 salî re piştî ku 3 salan li Tirkiyê mane 2015’an hatine Swêd û daxwaza kirine ku li wir bi cih bibin. Li Swêdê zarokek ji wan re çêbûye. Piştî ku Daîreya Koçberiyê daxwaza wan a bicihbûnê red kir û li bendê ku dadgeh li doza wan binere.

ZAROK PIR TIRSIYA DEST BI GIRÎ KIR

Li ser êrîşa Nîjatperst Hosseînî diyar dike ku zarokê wan ê 6salî pir jê bibandor bûye û wiha dibêje, ‘’zarok pir tirsiya, dest bi girî kir. Got çima êrîşê bi ser wan de tînin, min got,ji me hez nakin, min ê çi yê dî bigota!’’

BIRYARA DERSÎNORKIRINÊ BILA RAWESTE

Mostaba Hosseînî li Efganîstanê jidayik bûye lê ji 4 saliya xwe pê ve li Îranê jiyaye. Hosseînî dibêje bav ji hêla Talîban ve hatiye kuştin û dê jî li Îranê dijî û wiha didomîne:’’ Dibêjin Efganîstan welatekî ewle ye û dixwazin me bi paş ve bişînin. Hê beriya bi çend rojan bombe bi mizgeftê de teqandin. 60-70 kes mirin. Em dixwazin biryara dersînorkirinê were rawestandin.’’

MECLÎSA JINÊN KURD A AMARA Û CIWANÊN AZAD JÎ DESTEK DANE ZAROKÊN PENABER

Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê û Ciwanên Azad jî nûnerên xwe şandin û destek dane zarokên  penaber.

Endama Ciwanên Azad Bêrîvan Yildiz got ew ji bo ku destekê bidine daxwazên zarokên penaber û ji bo li dijî êrîşa nîjatperest û faşîst nîşan bidin ku ew li cem zarokan in tevlî meşê bûne.

Bêrîvan Yildiz got, ‘’li Welatê me jî ciwanên me ji hêla dewletê ve têne kuştin. Heke ev werin şandin wê li ser jiyana wan taloke çêbibe’ û diya kir ew naxwazin ku zarokên penabaran bişînin nav şer û mirinê.

Li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Amara Avaşîn Amed jî got, ciwan ji şer û hilweşandinê direvin û dixwazin ji xwe re jiyaneke nû ava bikin û bi nav de çû: ‘’ Lê dewletên Ewropayê ku çekan difiroşin Efganîstan, Sûriyê û Iraqê mirovên ku ji şer direvin nahewînin nav xwe. Ez li dijî sînoran im. Ev ciwan divê li vir bin. Em jinên Kurd destekê didine daxwazên ciwanan û heta dawiyê jî em ê li pişt wan bin.’’