Li Swêdê li dijî newekheviyê 'Saziya Wekheviyê' hat avakirin

Ji bo xebatên li dijî newekheviya civakî û zayendî tên meşandin bi hev re bên birêvebirin, li Swêdê 'Saziya Wekheviyê' hat avakirin.

Hikûmeta Swêdê, ku ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Partiya Hawirdorê Keskan pêk tê, di pêşnûmeya budçeyê de, ku di Îlona îsal de pêşkêşî parlamentê kirin dan xuyakirin, ku xebatên li dijî newekheviyê tên meşandin ji hev qut in. Ji bo ev xebat navendî bibe û ji aliyê yek cihî ve bê birêvebirin, hikûmetê biryar da 'Saziya Wekheviyê' ava bike.

Nehatibû diyarkirin, ku ev saziya nû wê li kîjan bajarî bê avakirin û li ku derê bixebite. Bajarên Goteborg, Orebro, Umea û Gotland, ku li ser wekheviyê dixebitin, xwestibûn ku ev sazî li bajarên wan bixebite.

Hikûmetê berî çend rojan ji raya giştî re ragihand, ku 'Saziya Wekheviyê' wê li bajarê Goteborgê bê avakirin. Sazî wê ji 1'ê Çileya 2018'an û pê ve dest bi kar bike û 75 personel wê karê li dijî newekheviyê tê meşandin koordîne bikin. Her wiha ji bo rakirina newekeviya civakî, çînî û zayendî, wê kar û barên divê werin kirin, tespît bikin.

Ji bo pêkhatina sîstemeke hê wekhev, wê 400 mîlyon kronên ji 900 mîlyon kronên ji bo salên 2017-2020'an bên veqetandin, di karê pêşîgirtina şîdetê de bên bikaranîn.

Pêşniyara avakirina 'Saziya Wekheviyê' li Swêdê ji aliyê Partiya Çep û Partiya Hawirdorê ve hatibû kirin û Partiya Lîberal jî destek dabû vê pêşniyarê.

Tevî Demokratên Swêdê yên nîjadperest û dijminê biyaniyan, Partiya Mûxafazakar, Partiya Naevndî û Partiya Demokratên Xiristiyan îdîa kiribûn ku pêwîstî bi saziyeke bi vî rengî nîne û li ber avabûna 'Saziya Wekheviyê' rabû bûn.