Li Spanyayê fîlmên Kurd tên nîşandan

Li Spanyayê li herêma Baskê li bajarê Bîlbaoyê fîlmên Kurd wê werin nîşandan.

Li Spanyayê li herêma Baskê li bajarê Bîlbaoyê fîlmên Kurd wê werin nîşandan. Di vê festîvalê de ya ku ji aliyê platforma Newroz a dostaniya Kurdistan-Baskê piştgiriya wê tê kirin, fîlmê Sara yê li ser jiyana Sakîne Cansiz hate nîşandan. Wê sê duşeman li ser hev fîlm werin nîşandan. Di duşema yekemîn de belgefîlma Sara hate nîşandan. Vê belgefîlma li ser jiyana Sakîne Cansiz a ku li Fransayê tevî 2 rêhevalên xwe yên jin hatibû qetilkirin, gelekî bal kişand. Di hefteya bê de wê fîlmê Radio Kobanê û di hefteya piştî wê de jî fîlmê dokumenterên Baskê yên ku li Rojava kişandibûn, wê were nîşandan.

Gelek Kurd û dostên wan ên li herêma Baskê beşdarî nîşandana fîlm bûn. Platforma Newrozê diyar kir ku têkoşîna Sara ji bo gelê Baskê dibe îlham û bi awayekî balkêş têkoşîn, berxwedan û baweriya jina Kurd destnîşan dike.

Wê di duşemên pêş de jî nîşandan fîlman bidome.